Komên çete yên Tirk li ku derê bin, li wir aştî û aramî namîne. Ji ber vê jî li nêzî Minbicê şerê hev kirin û li gundewarên Helebê jî bi hêzên rejîmê re şer kirin.
Komên çete yên Tirkiyeyê li gundê Toxar û derdora wê bi hev ketin. Gundê El-Toxar, 15 kîlometreyan li bakurê bajarê Minbicê ye. Li gund baregeheke eskerî ya dagirkeriya dewleta Tirk heye.
Li gorî çavkaniyên herêmî doh ji berê sibê saet 02.00ʹan û pê ve komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi xwe di nava hev de şer kirin û heta saeta amadekirina nûçeya me jî, rewş li herêmê awarte bû.
Welatiyên gundên derdora wir jî dan zanîn ku dengê teqîn û guleyan ji gundê El-Toxarê tê. Heta dema amadekirina nûçeyê jî bi sedemên şer nehat zanîn.
Rejîm û çeteyên dewleta Tirk dîsa şer kirin
Li gundewarên Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên Tirkiyeyê de şer qewimî û wî şerî heta madekirina nûçeyêê dewam dikir.
Hêzên Rêjîmê bajarokên Kefer Hemra û Hirêtan ku di bin serweriya komên çete yên Tirkiyeyê de ne, topbaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Li gorî agahiyan li eniyên Kefer Hemra û Başkoyî yên gundewarên Helebê şerekî dijwar di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Tirkeyeyê de rû daye. Di encamê de bi dehan kes ji herdû aliyan hatin kuştin.
Çalakvanan diyar kir ku li bereya Zehra ya rojavayê Helebê pêr bi şev heta berê sibehê şer dewam kir lê derbarê encaman de ti agahî nehatin bidestixin.
Li aliyê din du guleyên topan ketin nêzî zanîngeha Hiquqê ya Helebê û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestketin.
ANHA/MINBIC-HELEB