Çeteyên dijminê mirovahiyê yên ser bi dewleta Tirk, li herêma Babê bi êşkenceyê du bira kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, Cûma Nedîm û Bekrî Nedîm ku birayên hev in û ji Helebê ne, li gundê Tiltene yê bajarê Babê, ji aliyê çeteyên rejîma Enqereyê ve hatin revandin û bi êşkenceyeke hovane hatin kuştin.

Ji Cerablûsê heta Efrînê, li herêma ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êşkence û kuştina mirovan êdî rojane diqewimin. Efrîn ji 18’ê Adara 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Ji wê demê û heta niha, bê navber sûcê şer tên kirin. Malên mirovên herêma Efrînê tên desteserkirin, mirov di berdêla pereyan de tên revandin, êşkence li wan tê kirin, tên kuştin û demografiya herêmê tê guhertin.

Ev sûcên şer di raporên saziyên navneteweyî de jî bi cih bûn.

 

 ANF/BAB