Rêveberên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ku pişta xwe dide rejîma Enqereyê, piştî ku belge eşkere bûn, li xwe mikur hatin ku bi rêya şirketeke taybet, komeke çete ya çekdar a ji 600 kesî ava kiriye.
Parlamenterê berê yê YNK’yî Şiwan Dawûdî Hezîranê ji ANF’ê re ragihandibû ku Eniya Tirkmen a Iraqê li Kerkûkê bi navê Şîrketa Parastinê, komeka çete yên çekdar a ji 600 kesî ava kiriye.
Dawûdî diyar kiribû ku çeteyên vê komê ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk ve li Enqereyê hatine perwerdekirin û mehane 400-700 dolar pere didin wan. Parlamenterê berê yê YNK’yî bi belgeyan eşkere kiribû ku meaşên çeteyan ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dayin.
Her wiha Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK’ê û parlamenterê berê yê Kerkûkê Xalid Şiwanî jî daxuyaniyên Dawûdî piştrast kiribûn.
Mecbûr man daxuyaniyê bidin
Gelek rayedarên ITC’ê destpêkê ev îdîa red kiribû. Yek ji kesên ku ev daxuyanî da Aydin Marûf e ku li Parlamena Hewlêrê hîna jî di kontenjana Tirkmen de parlamenter e.
Ji Berdevkên Eniya Tirkmen a Iraqê Alî Mufît roja Yekşemê li ser mijarê daxuyanî da û li vê koma çete ya bi belgeyan hate eşkerekirin, mikur hat.
Muftî li ser sedema avakirina komê got, “Beriya bûyerên 16’ê Cotmehê daxwazên Tirkmenan hebûn. Weke ku tê zanîn Heşdî Şabî yên Tirkmen li derveyî Kerkûkê ne. Hêza ku qala wê tê kirin jî bi fîrmayeke taybet ve girêdayî ye. Wezîfeya vê fîrmayê jî parastina Tirkmenên li Kerkûkê ye.”
Ji bo bajêr metirsî ye
Berpirsyarê duyemîn ê rêxistina YNK’ê ya Kerkûkê Cemal Şikur nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Muftî da û diyar kir ku hêza navbirî ji bo bajêr metirsî ye.
Şikur got, “Her hêzeke li derveyî hêzên ewlekariyê yên fermî werin avakirin, hêzeke milîs e. Hêzên bi vî rengî xizmetê nadin bajêr. Ji ber vê yekê, divê hemû rêxistin di bin sîwana hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Iraqê de cih bigirin.”
ANF/KERKÛK