
Hinek çeteyên ser bi dewleta Tirk ku li Rojavayê Kurdistanê şer dikin, serdana Kerkûkê kiribûn û li gel hinek alî û kesayetên girêdayî eniya Tirkmenan kom bûne. Di kombûnê de rewşa Tirkmenên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye nîqaş kirine.
Malpera Hewal ku zêdetir girîngiyê dide rewşa navxweyî ya Kerkûkê, bi rêya çavkaniyên xwe nûçeyek belav kir û ragihand ku hinek çeteyên ser bi Tirkiyeyê serdana bajarê Kerkûkê kirine.
Di nûçeyê de hat gotin, “Çeteyan serdana Tevgera Neteweyî ya Tirkmenan û Komeleya Şehîdên Siyasî ya Tirkmenan kir ku birayek Erşad Salihî berpirsê wê ye. Ev çekdar li mêvanxaneya parlamenteriya Erşad Salihî ya Serokê Eniya Tirkmenan man.”
Komên saziya veşartî ya Tirkiyeyê
Heman nuçeyê ragihand ku koma çekdaran qerta vexwendinê ji bo birayê Erşad Salihî şandiye û wiha domand: “Di serdanên li gel aliyan de mijara Tirkmenên Başûrê Kurdistanê, Iraq, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine nîqaş kirin.”
Nûçe wiha bi dawî bû: “Di van demên dawî de gelek kesên siyasî, leşkerî, hûnerî û aliyên çapemeniyê serdana Eniya Tirkmenan dikin û gelek civînên cûda li gel rayedarên Tirkmenan li dar xistine.”
KERKÛK