Berdevka Karê Hundir ê Partiya Çep (Die Linke) Ulla Jelpke beriya bi çend rojan miracaetî Rêveberiya Xizmetên Zanistî yên Meclîsa Federal kiribû û pirsîbû ka komên ku ji 9’ê Cotmehê ve di nav dagirkeriya Tirk a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girtine, çawa têne dîtin.
Daîreya Xizmetên Zanistî yên Meclîsa Federal got, komên di nav wê avaniyê de, ku Tirkiye jê re ‘’Artêşa Millî ya Sûriyê’’ dibêje, bi rengekî zelal ji xwe re ‘’cîhadî’’ dibêjin. Li gorî nûçeya Michael Knapp, di raporê de pisporên Meclîsa Elman gotiye, nexasim dema êrişên dagirker, çeteya bi navê ‘’Al-Faylaq Majd’’ rêbazên wê rêbazên DAIŞ’ê bi bîra mirovan dixe.
Naxwe ev DAIŞ´eke bi çekên Elman e!
Jelpke ji bo hikûmeta bi serokatiya Merkel got, ‘’Êdî li dijî amûrên terorê yên Erdogan bi zelalî bibin xwedî helwêst û li ser wan bijidînin.’’ Jelpke her wiha bi bîr xist ku di dema êrişên dagirker de tankên Elman Leopard 2 hatine bikaranîn. Jelpke got, çeteyan bi tankên Leopard 2 qirkirina etnîk kiriye, di vê rewşê de Elmanya nikare xwe di bin ‘cilika bêdengiyê’’ de veşêre: ‘’Li vir versiyona nû ya DAIŞ‘ê tê avakirin, Ewrûpa êdî divê despotê Tirk rawestîne.’’
ANF/BERLÎN