Cenazeyê Endamê HPG'ê Murat Çetîner (Yilmaz Amed) ê ku bi 7 hevalên xwe re li navçeya Xorxolê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest da û li Stenbolê li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatibû definkirin duh hate girtin û anîn Amedê. Cenazeyê Çetîner li Tesîsên Ava ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê, Serokê MEYA-DER'ê Huseyîn Kugu û gelek kesên din tevlî pêşwazîkirinê bûn. Girseyê xwest ku cenazeyê Çetîner bibin Goristana Asrî ya Yenîkoyê û vecîbeyên olî pêk bînin. Lê rayedarên polîsan hatin qada pêşwazîkirinê û gotin bi hinceta "ewlehiyê" ew destûrê nadin. Di navbera heyetê û polîsan de nêzî saetekê hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtinê Cenazeyê Çetîner bi sloganên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û sedan wesayîtan ber bi Mizgefta Çarikliyê ve derxistin rê.
Dema ku konvoya cenaze derbas bû polîsan bi wesayîtên TOMA û gelek wesayîtên zirxî riya Goristana Asrî ya Yenîkoyê girtin. Piştî vecîbeyên olî yên Cenazeyê Endamê HPG'ê Çetîner li Mizgefta Çarikliyê hatin kirin careke din bi slogan û çepikan ber bi gundê Hesberiyê yê Çinarê ve derxistin rê. Di wesayîta cenaze de wêneyên endamên HPG'ê Fatma Sayak û Murat Çetîner hatin daliqandin. Konvoya cenaze di ketina gund de ji aliyê sedan gundiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vir Cenazeyê Endamê HPG'ê Çetîner ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê ber bi goristana gund ve birin. Di meşê de slogan,çepîk û tîlîlî hatin qêrîn. Cenazeyê Endamê HPG'ê Çetîner li goristanê bi slogan û duayan hate definkirin.
Piştî karên defînê rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Huseyîn Kugu, axivî û diyar kir ku 8 endamên HPG'ê 2 meh berê li Çewlîkê bi çekên kîmyevî hatinbûn qetilkirin. Kugu, anî ziman ku bi awayekî bêhiqûqî cenaze birin Stenbolê û bêyî malbatan cenaze li goristina bêkesan hatin definkirin. Kugu, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan dersên demokrasiyê dide Rojhilata Navîn lê li welatê xwe zilmê dike.
Piştî axaftinê girse konê şînê yê ji bo Çetîner hate vekirin ziyaret kirin û sersaxî li malbatê kirin.

AMED