Ji jina bi navê Lilliya Konovalova ya 29 salî ya li bakurê Kazaxistanê re cewî çêbûn, lê ne bi carekê, bi du caran. Gulana bihurî keça wê Liya hat dinê û serê vê mehê jî kurê wê Maxim. Ev her du zarok jî weke cêwî di zikê dayika xwe de bûn. Lilliya dibêje “Eceleya kurê min nebû were vê dinyayê."
Hîç ecela wî nebû, ji ber ku piştî bi xwişka xwe bi 11 hefteyan hatiye dinê. Sedema bûna cêwiyan di denên cihê de jî rewşek e ku navê didelphys a malzarokê lê tê kirin. Kurmanciya wê jî, ev e; du malzarokên Lilliya hebûne. Ji her 2 hezar jinan bi yekê re du-malzarokî heye. Lê ku her pitik di malzaroka xwe de mezin bibe, ha ev rewşeke kêm dîtî ye, ji 50 milyonî bi yekê re tê dîtin.
Beriya niha sala 2009an jinekê di du malzarokên cihê de zarokên cêwî anîn dinî û sala 2014an jî jineke din cêwiyên sise anîn dinê, didu di malzarokekê de yek, di yeke dinde. Lê ku halo, di navbera wan de 11 hefte hebin, zarokanîneke pirr kêm dîtî ye. Siheta Lilliya û her du zarokên wê baş e û îro sibe jî wê ji nexweşxaneyê biçin mala xwe.
NUR-SULTAN