Kesê bi navê Îbrahîm Hesen bi hevjîna xwe ya du canî û du zarokên xwe re ji Kobanê çû milê Rihayê. Ji malbata Îbrahîm re du cêwî çêbûn. Malbatê navê her du zarokên xwe li gorî trajediya heyî danî. Navê cêwiyên keç kirin ´Sînor û Sînar´. Malbata Sînor û Sînar ji gundekî rojhelatê herêma Kobanê ye. Îbrahîm Hesen diyar kir ku ew û malbata xwe li benda derfeta vegerê ne û bal kişand ku ewê bi zarokên xwe re li ser axa xwe bijîn. Îbrahîm destnîşan kir ku ewê zarokên xwe Sînar û Sînorê li ser hîm û bingehên girêdan û heskirina welat mezin bike.
KOBANÊ