Pêvajoya aştî û çareseriyê, hişyariya Kurdan a li hemberê nirxên moralî dipîve! Hên xwîna ciwanên Roboskîyî zuwa nebûye, vê carê jî derket holê ku destavêtina zarokên Kurd a ji hêla leşkerên Tirk ve dewam dike. Ji ber ku sûcdar peywirdarê dewletê ne, ew ji hêla saziyên dewletê ve tên parastin. Kurd him fîzîkî him jî moralî tên kuştin!..

Mîna ku sala berê li Sêrtê û li Girtîgeha Pozantiyê pêk hatîbû, niha jî derket holê ku ev du sal in li Çewlîkê peywirdarên dewletê dest davêjin keçikeke Kurd a 16 salî. Û berovajî cezakirinê; 4 leşkerên sûcdar ji hêla dozgeriyê ve tên serbestberdan. Wezîra Malbatê ya ku xwe wekî bi meseleyê re mijûldar dide xuyakirin dikeve dewrê, lê çi feyde! Ji ber ku qurbanî keçikeke Kurd e, wijdanê darêza Tirk kerr û kor e...
Çewlîk belkî di nava herêmên Kurdan ê pê hatine lîstin de, di nava bajarên sereke de ye. Kurmanc û Zaza, Elewî û Sunnî hemû rengên Kurdî li Çewlîkê bi hev re dijîn. Dewletê her tim xwestiye him ev rengên Kurdî ji hev cûda bike û li dijî hevdu bixebîtîne him jî bike dijminê nirxên Kurdî. Ev lîstik îro jî bi navê zazacitiyê û bi dînfiroşiyê her berdewam e!..
Mîna bûyera li Çewlîkê, bi destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê re mijarên wek rojev derdikevin pêş, zehmetiya pêvajoya nû jî radixe ber çavan. Pêvajoya nû ya ku Kurd wek ‘pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina azadiyê’ bi nav dikin, bi pirsgirêkên xwe yên pirr giran ve her ku diçe zêdetir jiyanê dixe bin tesîra xwe. Ne xwe kerrkirin û ne jî ji nedîtinêve hatin wê van pirsgirêkan ji holê rake. Wer xuya ye ku çareseriya her pirsgirêka civakî ji meşandina şerê çekdarî zêdetir hişyariyê, hêz û rêxistinîbûnê dixwaze!..
Zilma dewletê tenê bi qirkirina Kurdan re bisînor nîne. Ji sazîbûna Komara Tirk heta îro bi her nirxên Kurdan ên civakî û neteweyî re jî tê lîstin. Kurd ji Kurdewariya xwe, tore, exlaq, yekîtî, kultur û axa xwe hatin dûrxistin, hatin asîmîlekirin. Helbet bi van polîtîkayan re dewletê xwest ku hêz û hişê Kurdan ê xwedî îradebûnê belav bike û biperçiqîne. Wendakirina nirxên civakî yên moralî di heman demê de wendakirina kesayetiya civakî û netewî ye jî...
Bi cenazeyên gerîlayên Kurd re hate lîstin. Çand û kultura Kurdan hate talankirin. Li hinda vê yekê leşger, polîs û cerdevanên dewletê dest avêtin zarok, keç û jinên Kurd. Ciwanên Kurd hînî tîryak û eroînê kirin. Ew qas zilm jî çavê wan têr nekir, bi şîrik û nokerên dînfiroş ên herêmî re bi navê Kurdbûnê çi nirxên moralî manê, tarûmar kirin...
Di vir de girîngiya xweserî, statû, rêxistinîbûn û xweparastinê derdikeve holê. Kurd heta îro çitûlî li hemberî cenazeyên keç û lawên xwe radibûn ser pê û helwesteke bê dudilî nîşan didan, divê ji îro şunde heman hişyariyê ji bo xwedîderketina nirxên xwe yên neteweyî, civakî û moralî jî nîşan bidin. Û Çewlîkê bi tenê nehêlin!..
Divê Kurd bûyera Çewlîkê mîna meseleyeke neteweyî hilînin dest û helwesteke neteweyî nîşan bidin. Heta niha li çend deveran belkî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, rêxistinên parêzeran ên li bajarên Kurdan biryara mudaxalekirina dozê standin û belkî saziyên Kurdan li pey hev daxuyanî dan; lê ev têrê nake.
Di her warê jiyanê de divê Kurd li benda merhameta dewleta Tirk nemînin; xwe bi xwe û bi rêxistinên xwe yên xweser biparêzin. Bi xwe xwedî li zar û zêçên xwe derkevin. Ji xwe kaniya nexweşiyên civakî giştan dewlet bi xwe ye. Bona vê yekê jî divê civak di serî de ji dewletê were parastin. Çewlîk Kurd e û divê ji dewletê û ji nirx û nokerên ku dewletê temsîl dike, were parastin. Parastin, xwedîderketina hemû nirxên civakî, neteweyî, çandî, moralî û xemilandina jiyanê bi nirxên cewherî yên Kurdî ye.