
Danişîna doza bi hinceta li ÎHD’a Amedê daxuyanî dane bi îdîaya „Propaganda rêxistinê kirine“ di 27’ê îlonê de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Lê balkêş e heyeta dadgehê piştî rûniştinê 3 roj şûnde biryar da. Di danişina ku parêzerê endamên Koma Aştiyê Fethî Gumuş, Ferda Mîran û Bulent Temel û endamên komê amde bûn. Dozger di rûniştinê de îdîaname xwend û diyar kir ku endamên komê di 30’ê mijdara 2009’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî dane û bi vê daxuyaniya ku bal kişandine ser Rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan propaganda rêxistinê kirine.
Parêzerê endamên Koma Aştiyê Fethî Gumuş, jî îdîra dozger red kir û diyar kir ku axaftinên hatine kirin li ser aştiyê û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan in. Gumuş, bilêv kir ku muwekilê wî mafê azadiya îfadeyê bikar anîne. Parêzer Ferda Miran jî xwest ku muwekîlê wê hem serbest bên berdan û hem jî beraet bibin.
Heyetê piştî rûniştinê biryar neda. Balkêş e ku heyeta dadgehê piştî 3 rojan biryara xwe ji parêzeran re ragihand û ji bo her kesekê/î endamên Koma Aştiyê salek û 8 meh ceza birî. Heyetê der barê endamên Komê Gulbahar Çîçekçî, Mehmet Şerîf Gençdal, Mustafa Ayhan, Elîf Uludag, Abdullah Yaman, Fatîh Îzer, Ayşe Kara, Bulent Aka, Nurettin Tugrul, Sîsîn Yaman, Nizar Buldan, Vîlayet Yakut, Lutfi Taş, Îsmaîl Ayas, Huseyin Îpek, Zehra Tunç û Hamyet Dînçer bi îdîaya „Propaganda rexistinê kiriye“ ji bo her kesekê/î salek û 8 meh ceza birî.
AMED