Konferans bi tevlîbuna dehan kesî bi rêzgirtina kêliyek li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Destpêkê de raporek ya ku têde xebatên CHAK’ê heyî nivîsandin hat xwendin. Di raporê de li ser kimyabarankirina navçeyên Kurdistanê niqaş hatin kirin. Her wiha raporê de hat gotin ku rêxistina CHAK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên xwe dike û didomine. Ji endamê CHAK’ê Eli Mehmud daxwiyaniyek da çapemeniyê û got karê hemu rêxistina wan li hemberî komkujiyêye û ev duruşemeya meye. Eli da zanîn ku li herçar parçeyên Kurdistanê saziyên wan hene û ji sala 2002’an heya niha nêzîkî 3 hezar çalakî li darxistine û gelek karên mezin kirine.
HEWLER