Li 4 beşan xebatên girîng
Serokê Heyva Sor a Swêdê Şeymûs Akan da xuyakirin ku li parlamenta Swêdê di qebûlkirina El Anfal weke qirkirnek li dijî Kurdan de rola CHAK'ê girîng e û dûre bal kişand ser zor û zehmetiyên gelê Rojava pê re rû bi rû ye. Akan destnîşan kir ku ji bo alîkariyê bigihêjînin gelê Rojava xebatên wan dewam dikin. Ji Civata Doktorên Kurd Nemam Ghafoûrî jî bi wêne û hejmaran bal kişand ser pirsgirêkên Rojavayiyên li kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê dijîn. Ghafoûrî diyar kir ku eger Kurdistanê 1 yan jî 2 Euro bexşê bikin, dê pirsgirêkên Rojavayiyên li kampan çareser bibin û bang li tevahiya Kurdistaniyan kir ku alîkariya madî bide gelê Rojava.
Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî diyar kir ku gelê Kurd ê ji 50 mîlyonî li platformên navneteweyî nayê temsîlkirin û destnîşan kir ku ji bo pêkhatina temsîla gelê Kurd wezîfeyên mezin dikevin ser milê partî û rêxistinên Kurdan. Gorgu anî ziman ku ji bo vê yekê jî Yekitiya Neteweyî ya Kurd divê û got, "Gelê Kurd ê li Rojava yekitiya xwe pêk tîne, nîşanî me dide ku dikare çi bike." Gorgu bang li tevahiya Kurdistaniyan kir ku piştevaniya xwe ya bi şoreşa Rojava re zêde bike. Piştî ku rapora xebatê û malî ya CHAK'ê ji aliyê Zozan Ûzûn ve hat xwendin, ji bo diyarkirina desteya nû ya rêveberiyê hilbijartin hat kirin.
STOCKHOLM