MUHAMMET DOGRU / MA / STENBOL


Xwendekarên Kurd ê zanîngehê, Koma “Chalak Events” ava kirin û hemû kesên elaqeyê nîşanî çand û hunerê Kurdan didin, di çalakiyên cuda de kom dikin. 

Xwendekarên Kurd ên li Stenbolê zanîngehê dixwînin, bi armanca hemû beşên cuda yên elaqeyê nîşanî çand û hunerê Kurdan didin, di çalakiyên cûda de kom bikin Koma Chalak Events ava kirin. Di serî de ji zanîngehên Stenbol, Bogazîçî, Marmarayê û gelek zanîngehên din xwendekar civîyan û li cihên cuda şahiyan pêk tînin. Chalak Events kursan, pêşandanan filman, geşt, konser û panelan li dar dixe û hemû bernameyên xwe jî bi Kurdî çêdikin. 

Mehmet Resul Yagiz ku ji endamên komê ye, bal kişand ser navê “Chalak Events” û got, “Chalak di kurdî de ‘çalakî ye’, Events jî di Îngîlîzî de tê wayeta ‘çalakiyê’. Ji bo bala raya giştî bikişîne û temayeke cûda nîşan bide me navê ‘Chalak Eventes’ bijart. Destpêkê me navê ‘Kurdish Camping’ ceriband. Piştre jî me bi navê ‘Kurdish Home Party’ şahiyek mûzîk û govendê li dar xist. Paşê jî bi çend hevalan re me nîqaşa ‘gelo em çima tiştên xweştir çênakin’ kir û me biryar da ku em komekê ava bikin. Piştî me Chalak Events ava kir û bi şûn ve, me bi navê ‘home Semînar’ û ‘Raperînên Kurdan’ semînar dan. Bi vê re me bernameya Filma ‘Banda Filmên Kurdî’ li Zanîngeha Bogazîçî nîşan da.”


 

Ceribandina tiştekî cuda 

Yagiz, da zanîn ku xwendekarên zanîngehê yên li Kurdistanê, bi wan re têkiliyê datînin û got: “Ji Wan, Mêrdîn, Mêrsîn, Antalya û Denîzlî ji bo me teklif tên. Me bi Wanê dest pê kir. Heger em bi ser bixin, em ê li bajarên din jî xebata xwe bikin. Em jî li Kurdistanê mezin bûn. Bikaranîna Ingilîzî bila neyê wê wateyê ku em xwe cuda dibînin. Me xwest em tiştek cuda biceribînin.”   

Kînem Şahîn jî ku ji endamên komê ye, bal kişand ser zêdebûna jinan a di komê de û wiha axivî: “Di mekanîzmayên biryardayînê de hêjmara jinan ji ya zilaman zêdetir e. Di her şahiyekê de jinek û zilamek bi erka xwe radibin. Listika fulbolê ya bê veqetandina cinsiyetê, me lîst. Hefteya derbas bûyî me lîstika xwe ya kemîn kir. Lîstika me ya têkelhev xweş derbas bû. Lê me dît ku hîna jî dijûnên nêrtiyê tên kirin. Ji bo vê yekê me nîqaş kir. Mînak em ê ji Jineolojiyê bixwazin ku dersên ‘Atolyeya Zilamtiyê’ bidin. Bi taybetî em ê vê ji bo zilamên ku tên bernameyên me, daxwaz bikin. Her wiha di nava bernameyên me de semînerên wiha jî wê hebin.”

Şahîn, anî ziman ku dê bi tevlîbûna nivîskarên Kurd û akademîsyenan gotûbêjan lidarbixwin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li Zanîngeha Bogazîçiyê di nava vê mehê de, gotûbêja pirtûka dawî ya Kawa Nemir wê li dar bixin.”