
Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, peykerên Lamassus ê ku serê wî mirov û laşê wî şêr da rakirin. Peykertiraş Aylîn Tekîner, diyar kir ku feraseta DAIŞ’ê û ya AKP’ê heman e û yek winda, ya din jî tine dike.
Piştî ku sîstema serdest a dinyayê gelek herêm teslîmî DAIŞ’ê kirin, gelek warên dîrokî bi destê van çeteyan hatin talankirin. Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu jî piştî ferman da û di 11’ê Îlonê de qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan hatin kirin, gelek sazî û dezgehên civakî hatin girtin. Ne tenê sazî, di heman demê de gelek peykerên ku şaredariyên DBP’ê li Kurdistanê danîbûn jî ji hêla qeyûmên AKP’ê ve hatin rûxandin, bi vê hewl didin ku hiş û bîra civakê tine bikin.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin jî peykerê Lamassus rakir. Jixwe, berî wê jî peykerên Roboskê, Ahmet Arîf, bîrdariya Ogur Kaymaz, wêneyên li Parka Merwaniyan û wekî din hatin rakirin. Li Cizîrê peykerê Orhan Dogan hat rûxandin, li navçeya Şaxê ya Wanê jî navê Tahîr Elçî ku li parkê hatibû kirin, hat guhertin. Herî dawî jî peykerê Lamassus ê ku serê wî mirov û laşê wî şêr e, bi hinceta ‘zerdûştiyê’ tîne hişê mirovan, hat rakirin. Peykertraş Aylîn Tekîner, diyar kir ku ev operasyona li herêmê dest pê kiriye, ne ji rêzê ye û got, “DAIŞ û desthilatdarî (ya AKP´ê) dişibin hev.”
Pêşî li bajarê Kurdan dest pê kirin
Tekîner endama Platforma Hişê Civakî ya Enstîtuya Lêkolînan a Tirkiyeyê (RIT) ye ku navenda wê li DYE’yê ye. Tekîner eşkere kir ku li Tirkiyeyê dema mirov dibêjin peyker, tenê peykerên Ataturk û bîrdariyên Ataturk di hiş û aqilan de zindî dibin û wiha peyivî: “Di salên 1950’î de êrîşî Ataturk kirin. Li ser vê yekê ji bo parastina peykerên Ataturk Qanûna Parastina Ataturk hat derxistin. Peykerên Ataturk di nava civakê de kirin amûrê serdestiyê.” Tekîner anî ziman ku bi destê desthilatdariyê vandaliyê pêk tînin û piştrast kir ku naxwazin şopa tiştekî bihêlin û her tiştî tine dikin û wihadewam kir: “Bi taybetî van li bajarên Kurdan dest pê kir, loma mirov şaş nake.”
Tine dikin
Tekîner rakirina peykeran wek operasyon, xerakirin û jêbirina hiş pênase kir û got, “Hişmendiya senteza Tirk-Îslamê her tişta li dijî xwe û li derveyî xwe dibîne, xera dike. Aqilê siyasî hemû dewlemendiya dîrok û çanda Anatolyayê tine dike. Wekî ku saz dike nîşan dide û di bin navê çêkirinê de cewher û rastiya wê diguherîne.” Tekîner got, Amed ne tenê mîrateya gelê Amedê ye, mîrateya gelê cîhanê ye û wiha pê de çû: “Li pêş Mînareya Çarling Tahîr Elçî hat qetilkirin. Tahîr Elçî xwest hişê Kurdan ê salên 1990’î zindî bihêle û biparêze.” Tekîner eşkere kir ku hişmendiya DAIŞ’ê û ya Tirk-Îslamê yek e, tişta ku DAIŞ tine dike, îro desthilatdariya siyasî ya dewleta Tirk wê tine dike.
NURÎ AKMAN / DÎHABER/AMED