Koordînasyonê got, "Tevî hemû êrîş, bombekirin, komkujî, hîle û dizîtiyê jî, serketina HDP'ê, li dijî zilmê serketina vîna azad, li dijî şer serketina atşiyê, li dijî hewlanên afirandina dijminatiya gelan serketina biratiya gelan, yekîtiya bindestan û vîna hevpar e. Ji ber keda xwe ya di vê serketinê de em spasiyên xwe pêşkêşî hemû dildarên HDP'ê yên li Elmanyayê bi mehan xebitîn dikin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi hezaran dildarên HDP'ê yên li Elmanyayê, bi zanebûna '1.400.000 hilbijêrên li Elmanyayê ji bo derbasbûna HDP'ê ji bendê potansiyelek girîng e' tevgeriyane. Li her qadê gelê me der barê hilbijartinê de hatine agahdarkirin, lîsteyên hilbijêran hatine kontrolkirin, xizmeta birin û anîna hilbijêran hatiye kirin, bi platform û koordînasyonan re xebatên hilbijartinê hatine plankirin û xebateke bi coş hatiye meşandin. Di encama vê xebatê de dengdayîn hatiye kirin û hem wezîfedarên partiyên din ên li ser sindoqan hem jî wezîfedarên konsolosxaneyê dane xuyakirin ku HDP wê bibe partiya yekemîn."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara dengên hatine jimartin, li hejmara hilbijêrên HDP'ê nayên û hat gotin, "Bi vê encamê re em dikarin bibînin ku gumanên li ser ewlekariya sindoqan çiqasî mafdfar in. Em dixwazin destnîşan bikin ku dengê HDP'ê ji dengên hatine aşkerakirin gelekî zêdetir e. Her çend aqûbeta gelek dengên hatine bikaranîn nediyar be jî, em dizanin ku çi hatiye serê dengên me. Hatiye dîtin ku dengên ji derveyî welat hatine bikaranîn bandoreke bi çi rengî li ser hilweşandina bendê û hejmara parlamenterên hatine qezençkirin, kirine." 


 KOLN