BERHEM LETÎF / ROJNEWS/HEWLÊR

Serokê Koma Tevgera Gorran li Parlamena Herêma Kurdistanê, Elî Heme Salih da zanîn ku hefteya bê wê parlamen li ser projeqanûna reforman deng bide.

Roja 11’ê Kanûna 2019’an Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê projeqanûna reforman şand Parlamena Herêma Kurdistanê. Roja 16’ê Kanûnê jî xwendina yekem ji bo wê hat kirin. Ji bo rapor li ser wê were amadekirin, projeqanûn radestî Komîsyona Darayî û Karûbarên Aborî ya parlamenê, hatibû kirin.

Serokê Koma Tevgera Gorran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih, li ser projeqanûnê got, “Dibe di destpêka hefteya bê de were parlamenê û xwendina wê ya duyem were kirin û deng li ser were dayîn.

Li gorî hin zanyariyan, Komîsyona Darayî û Karûbarên Aborî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê rapora xwe li ser projeyasa reforman amade kiriye û li gel hikûmetê jî giftûgo kiriye.

Projeqanûn ji 20 xalan pêk tê. Xalên wê taybet in bi rêxistinkirin û kêmkirina muçeyên kesên pilebilind, birrîna mûçeyên teqawîtbûyên neyasayî, wergirtina pile ji kesên ne jêhatî ku pileya wan bilindkirine, pêk tê.