NCDK ya Marsîlyayê dersên gîtarê ji bo zarokan organîze dike. Mamosteyê dersê Cuneyt Kartal xwe bi xwe hînî lêxistina gîtarê kiriye û ji qewlê wî ve, ew çi dizane, hînî zarokan dike.
FEYYAZ OZMEN / MARSÎLYA
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê li Navenda Civaka Demokartîk a Kurd (NCDK) ev şeş meh in dersên lêxistina gîtarê ji bo zarokan hene. Mamosteyê dersê Cuneyt Kartal e û 12 xwendekarên wî hene, yê herî piçûk 7 salî ye û yî herî mezin jî 12 salî ye.
Li NCDK Marsîlyayê ji bo zarokan dersa gîtarê û ji bo mezinan jî dersa sazê jixwe tê dayîn. Belê, niha hazirî tên kirin da ku dersa lêxistina neyê jî bê dayîn. Ev şeş meh in ku dersa gîtarê ya ji bo zarokan her yekşem tê dayîn. Zarokên ji gelek parçeyên Kurdistanê jî bi vî awayî tên cem hev. Zimanê dersê jî Kurdî ye.
Ji şagirtan Amara ev 5 meh in dest bi dersê kiriye. Amara dibêje, komele mala Kurdan e, ew hez ji lêxistina gîtarê dike; pê re jî ew malavahiya mamosteyê xwe dike. Welat Tarhan jî ji wan şagirtan e ku ev 5 meh in tê dersê. Ew dibêje, “Ez gelekî hez ji lêxistina gîtarê dikim.” Lorîn Arat hem ji dersê razî ye û hem jî dibêje, çaxekî xweş bi hevalên xwe re dibihurîne.
Zarok radihêjin gîtarên xwe, ji bo wêneyekî jî li benda me dimînin û piştre bi hev re hem li gîtarê didin û hem jî strana “Berxwedan xweş doz e” pê re dibêjin.
Zarokên hîn bûne li gîtarê bidin, di heman demê de endamên Koma Zarokên Tev-Çand Marsîlyayê ne jî. Zarok di hin çalakiyan de bi hev re derdikevin ser dikê û muzîkê îcra dikin.
Zarokan bêpar nehêlin
Mamoste Cuneyt Kartal ji Erziromê ye. Ev qederê 7 salan e, ew li marsîlyayê dimîne. Cuneyt Kartal dibêje, ev 6 meh in kursa wan dewam dike, bi dersên gîtarê ew hewl didin zarokan hem bi huner û hem jî bi çanda wan re bînin cem hev: “Çanda Kurd çandeke pirr zengîn e. Malbatên li Ewrûpayê dimînin, divê vê çandê bidin zarokên xwe. Divê zarok ji vê zengîniyê bêpar neyên hiştin.”
Cuneyt Kartal bi xwe hînî lêxistina gîtarê bûye. Bi hewldanên xwe, bi ders û dîmenên li ser înternetê peyda dibin wî xwe bi pêş xistiye: “Min di ser înternetê de hin lêkolîn kir, min li dîmenan temaşe kir û ez hînî lêxistina gîtarê bûm. Niha ez tiştên hînî wan bûme, hînî zarokan dikim.” Cuneyt Kartal wekî din dibêje, elaqeya wî timî ji bo amûrên weke ney, tembûr, bilûrê hebûye û mijûlbûna bi muzîkê wî ji berê ve bextewer dike.
Li NCDK ya Marsîlyayê çarşeman êvaran ji bo mezinan dersa tembûrê heye û tê plankirin ku dersa lêxistina neyê jî ne dûr lê nêzîk dest pê bike.