Di vê dem û çaxê de ku medyaya civakî, bi lezeke ji hespê behrî deynkirî, dibeze. Û her xwe daye ber fizildûmanê. Fizildûmaneke wisan ku nav lê kapîtalîzm e, li ser navê pêşketina teknolojîk rabûye û bîr û mêjiyan didize. Wisan nebêjin, helbet jêhatî ye di warê dizînê û di warê rizandinê de.

Di vê qonaxa dîrokê de, ku çi kes û sazûmanek destê xwe ber bi me ve dirêj bike, bêguman di binî de ji xwe re li kelk û berjewendiyekê digere, helbet pirr tişt hene ku em ê binivîsin. Pirr tişt hene ku bi nivîsîn û xwendinê em ê li roja ronkayî nedayî şiyar bibin û car din û car din bikarin bibînin ka kolonyalîstan çi aniye serê me. Em ê bibînin ka çîroka me çawan ji me hatiye dizîn û hatiye sernixûnkirin.

Û diziya wan, bi salan e, bi awayekî ji awayan her didome.

Çendî wî alî, serdestên kolonyalîst, li Wanê, festîvaleke muzîkê li dar xist. Festîval ne bi destê dewletê, lê bi destê şirket û karsaz û maldaran hat lidarxistin. Û me dît, vê carê berê xwe dan rêyeke dîtir. Û beşek ji xwenda û bîrbirên Kurd jî li ser navê pêşketinê piştgiriyeke balkêş dan vê yekê.

Erê, serdestên Kurdan, vê carê bi rengekî dîtir dest bi diziyê kir. Heta dozdehê Îlonê, hebûna me didizîn. Nav lê kolonyalî bû, mêtinkarî bû. Piştî wê, dest pê kirin heyîn û maldariya me jî dizîn. Nav lê bû post-kolonyalî. Vê carê jî, dest avêtin ruhê me. Dixwazin ruhê me ji me bidizin.

Çima? Ma hewcetiya wan heye bi ruhê me. Belê. Heye. Ne ku ew bêruh in. Ji ber ku ruhê wan têrî wan nake. Ne ku birçî ne. Na. Ji ber ku têr nabin. Loma jî, êdî nav li vê dem û çaxê; neo-kolonyalî ye. Loma jî ruh divê ji wan re. Ji bo ku karibin bimarêsin. Pêşî wan em doşîn. Piştre em mijandin. Niha jî me dimarêsin. Ew ê bixwazin ruhê me bimarêsin. Bi çi? Vê carê ne bi zorê. Bi destê me. Bi tiştên ku dilê me bikêşe, dilê me lê bibije. Û dê kesên wekî stranbêj Rojîn derkevin û ew ê bibêjin, “Ji ber ku ji min re gotin tu yê bi Tirkî stranan nebêjî ez ji ser dikê hatim xwarê.” *

Û em ê bimînin hejmetkar. Li kê? Li kujyarê xwe. Li mijokên xwe. Ew ê dilê me bibijînin xwe. Ew ê her tiştî pêşkêşî me bikin da ku dê ruhê me ji me dûr bikeve û biçe li ser sifreya wan dayne. Em ê bibin dilparsekê wan. Û em ê dest pê bikin lasayî û bizarên wan bikin. Û her wekî Memmi gotî, “Em ê bi rêya dilbijandin û lasayîkirinê bibin pêgirtiyê wan.” **

Û ew ê huner û estetîkê wekî pêjnkariyekê pêşkêşî me bikin. Û em ê jî bibin birçiyên wan pêşkêşiyan. Em ê her tim ji wan bixwazin da ku bidin me. Û ew ê her tim bidin me. Ew ê bi dayînên xwe ruhê me bimarêsin. Her ku here dê ruhê me bikeve rengekî din, dirûvekî din. Dê birize û pûç bibe. Û axir… Em ê nebin ew. Lê ew ê jî nebin em. Ew ê zinditî, geşahî, rengînî û safiya ruhê me bimijin; pê xwe geş bikin. Lê em ê êdî ne em bin. Em ê nebin ew jî. Em ê bibin elewatên xwe. Em ê ji bo xwe bibin reşikên şevê. Lê ji bo wan bibin, aferîdeyên ku wan afirand. Aha wê çaxê ew ê ji me hez bikin.

Lê na. Me hezkirina wan navê!

Em ê xwe bi dest wan ve bernedin. Em ê li xwe şiyar bin. Em ê nehêlin ew bi pêkanînên xwe ruhê me birizînin. Em ê nehêlin mirovê kurd bikeve destê wan û bibe elewatê xwe.

Bi çi reng û awayî?

Em ê binivîsin. Em ê dizîna wan. Em ê mêtina wan. Em ê feşkên wan aşkera bikin. Em ê kirina wan, hovîtiya wan binivîsin. Û em ê xwe nekin mexdûr. Em ê serî li xwe rast bikin. Û ruhê xwe li xwe ava bikin. Car din û car din.

Û em ê têbikoşin; bi xwe re û bi pêkanînên kolonyalîst re û “Divê em ruhê xwe, dilê xwe, zimanê xwe û mêjiyê xwe dekolonîze bikin.” ***

Û em ê her û her behsa xwe bikin, behsa çîroka xwe bikin û bi behskirinê jî çîroka xwe li xwe bikin dîrok.

Û em ê her ji hev re bêjin merheba.

Merheba!

*https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2018/09/17/rojin-turkce-soyleme-dediler-sahneye-cikmadim/

** Albert Memmi, “Sömürge ve Sömürgeleştirilen İnsan” (Mêtingeh û Mirovê ku Tê Mêtin), Öteki Yayınevi, Ankara, s, 67

*** Aimé Césaire: Gotar Li Ser Mêtingêriyê, (Bingehên ramanî û dîrokî ên Nîjadperestiya Fransî),Doğu Kütüphanesi, İstanbul, 2005, s, 180