Vîrusa nû ya koronayê (Covid-19) bêhtir êrişî cegerê (pişik) dike. Lê belê her diçe bêhtir bijîşk behsa zirarên wê yên li organekî din ên mirovan dikin: Dil Ji her 5 nexweşên ji ber Covid-19’ê tên dermankirin, di encama nexweşiyê de zirar li dilê yekê/yekî dibe. Li gorî lêkolîneke di kovara JAMA Cardiology de hat weşandin hin ji van nexweşan ji berê ve bi nexweşiyên dil ketî bûn, lê hin jê jî berê ti nerehetiyên wan ên dil nebûn. Lêkolîn li ser daneyê nexweşên Wuhan a Çînê hatiye kirin. Li gorî kardiologan, du sedemên sereke dikarin hebin. Yek jê ew e ku ji ber lawaziya cegerê, oksîjena di nava xwînê de kêm dibe û ji bo ku tewazûna oksîjenê çêke, dil zêdeyî hedê xwe xwe diwestîne, di encamê de jî zirar lê dibe. Ya din jî dibe ku vîrus yekser êrişî dil jî bike, helbet heger xwe bigihîniyê. Di vê rewşê de bedena mirov dibe ku êrişeke ku jê re dibêjin bahoza şaneyên venegir (îmun) bide destpêkirin ku zirarê di encamê de dide dil bi xwe jî. Ji bo şewban ev ne tiştekî nû ye, ji berê ve bijîşk pê dizanin ku mirovên bi şewbê ketî li gorî mirovên pê neketî, tehlûkeyeke bêhtir a celta dil li ser wan heye. NAVENDA NÛÇEYAN