Her cara ku diaxive jî, bi wê psikolojiya xwe ya bi tirsa têkçûnê her û her şûşikan dişkêne. Çapemaniya li ber der û dertûlê wî jî, gotinên wî wek peyvên xwedayî li hewa direqisînin û li ser teoriyan diafirînin. Vê carê jî ji tirsa serhildana gel wek şokek derbas kiribe, got: “Çi têkiliya Kobanî, Hekarî û Amedê heye?” Lê çend saet li pey vê gotina sosret jî, bi telefonê bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re ji bo birayên(!) xwe yên li Qirimê axivî. Baş e, Niha çi têkiliya Qirim û Enqerê heye? Çi tofan di ser wan de hatiye? Yan ji wan tu kes tevê Daîşê nebûye, tu dixwazî bîne bîra wan? Rast çend kesên li Qirim û li Enqerê xizmên hev in? Yan kirîvatî û xinamîtî di navbera wan de heye? Li hemberê wan; baş tê zanîn ku eşîrên li Kobanî dijîn, li Hekarî, Amed, Serhet, Xerzan û û.. ango xizmên wan li her derê Kurdistana Bakur hene! Bi sedan xort û keçên Kobanî li van cigehên navborî xwîna xwe rijandine û gihîştine şahadetê.
Kobanî ne tenê li ser erdnîgariya Kobaniyê cihan li wan teng kir, ango ew efsaneya wehşeta Daîş û bêbextiya AKPê parçe parçe kir. Wê berxwedanê ew cember û zincîra ku di qada dîplomasiyê de bi destên serkarên tirk Ereb û farisan li pêş kurdan wek kemîneke bêbextiyê hatibû danîn jî, parçe parçe kir. Bi vê parçebûnê re rûçikê AKPê û sergerdeyê wê jî bi awayekî rip û rût li ber çavan raxist. Vê jî AKP û serokê wê xistiye nava taya harbûnê. Lema bê êriş, girtin, kuştin û yasayên faşîzan derxistinê tu tiştekî din nayê bîra wan.
Berxwedana Kobanî fîtîla hestê netewî jî vêxist, benzîn berda ser û gurr kir. Cara yekem e ku hêza berxwdana bajarekî li tevahiya Kurdistan û cihanê hemû kurd di bin alekê de rakiriye ser piyan. Li gel wê îxanet, rand û berjewendiyê hin çilekên berxwir bi erdê re pelixandiye. Da xuyakirin ku hetanê azadiya kurd û kurdistaniyan bi Kurdistanê re neyê bi destxistin, jiyaneke azad û serfiraz nabe. Vê serhildana kurdan ya bi vî rengî jî Tirkiye hejand û kîmya dagirker û kolonîzatoran guhezand sûravê. Lema “Erdogan Hertişt” qaşo serokwezîr, cîgir û kizîr tev de gef li gelê me dixwin.
Kobanî navçeyeke piçûk e, lê bi dilê xwe yê berxwadanê tevahiya cihanê di bin siya xwe de hîştiye. Bi cihanê daye nasîn ku vîn û rika dilsoziya berxwedanê dikane çekên giran jî vala derxe. Ev valaderketina wehşet û planên wan jî wan hineke din har û dîn dike. Hele wê sibe çi gotinên şûşikşikandinê û fermanên geflêxwarinê ji devên rayedarên AKPê derkeve.
Çi têkiliya Qirim û Enqerê heye?
Erdogan bûye her tişt, mirov nizane çi navî lêke; serokwezîr, serokkomar, sererkanê leşkerî, serokê partiyê, wezîrê karê hundir? Yan jî serok û berdevkê aqilê stratejiya paşverû ya Rojhilata navîn. Bi gotineke kurt ew bi navê her kesî diaxive. Zimanê wî jî ne li gor sincê meqamê ew lê ye, tenê peyvên tehdît û ferman direşîne.