Di hedefa Erdogan de zarok û ciwanên Kurd hene. 

Polîsên dewleta AKP'ê, di kîndariyek cîhadîstên selefkar êrîşî Kurdan dikin.  Ev kîna ku li hemberî zarok û ciwanên Kurd,  bûye dara zeqqumê ji aliyê Erodgan ve hate çandin û meizn kirin. 

Erodgan li dijî Kurdan 'cîhad'ê dike. Cîhad şerê li dijî misilmanan e. Lê Erdogan li dijî gelê Kurd “şerekî bê nav” daye dest pê kirin. Tirsonek e, nav li vî şerî  nake. 

Mîna siyaseta xwe, şerekî diru dike. Xwe weke feylesofê dewletê nîşan dide, lê ber bi “hunkari”yê diçe. Qelemşor û ciher’îstên li dora Erdogan jî,  “hunkari”ya wî îlan kirine. Di ekranên telewizyonan de xuya dikin. 

Erdogan, ligel kuştina zarok û ciwanan, furya girtina wan jî daye dest pê kirin. Her roj li çend bajar û navçeyan ciwanan digirin û diavêjin zindanan.

Avêtina ser malan, lêgerînên talangerî, mîna demjiyana darbeya faşîst ya ‘80yî û Paşa Kenan dikin. Paşa Kenan, xwe bi xwînê xwedî kir.

Erdogan jî, hunkariya xwe dimeşîne û ha ha ciwanan digire, zarokan dikuje. Hunkar Erdogan jî desthilatdariya xwe bi xwînê xwedî dike. 

Çep nîşan dide rast lê dide.... Ji aliyekî ve behsa pêvejoya çareseiryê dike, lê   Kurdistan tejî esker, polîs û kontra kirine; li Herêmên Parastina Medya jî keşfê dike. Li kolanên metropol û bajarên Kurdistanê nêçîra siyasetemdar, ciwan û zarokên Kurd dike. 

Ya rastî siyasetek balkêş dimeşîne. Dibêje, lê mijara çareseirya pirsgirêka Kurd jî nakê rojevê:  Di rojeva Tirkiyê de, Teşkîlata Gulen heye, muxalefet heye... Lê di rojeva Erdogan de, şerê li dijî Kurdan heye û bi awayekî veşartî û nepenî şerê xwe dijwar û fereh dike. 

Li çar aliyan, li dijî Kurdan şer dike; Yek, şerê li dijî Îmralî... Du, şerê li dijî Qendîlê... Sê şerê li dijî Rojava... Çar şerê li dijî civaka Kurd û eniya siyasî a Kurd...

Di çar eniyên şer de jî,  “cîhad-î ekber” îlan kiriye: Veşartî, hêdî, lê bi biryar û israr... 

Di şerê li Imralî de, siyaseta “kêştî xerabe ye”, “betlane ye” û “rewşa hewayê ne baş e” dimeşîne...  Hêdî, xemsarî, miştixulandin, mismisandin, zexelî û kîndarî heye. Kîna Erdogan li dijî Ocalan û Qendîlê mezin û taybet e...

Sê sal derbasbûn, hîna  parêzer nikarin biçin Imralî... 

Erdogan, Ocalan û Qendîlê dijmin dibîne û “rakîb û alternatîf dibîne. Ji Imralî û Qendîlê ditirse... Şerekî fetsînok, xapînok dimeşîne... Stratejiyek nerm û faşîzan...

Li Rojava, têkçûyî xuya dike, lê tujikan li DAÎŞê dide, ha ha sor dike, bi ser Kurdan de diajoye... Asoyê “futuhatê” li ber çeteyan vedike. Berê çeteyên sadîst dide eniyên din...  Di hedefa Erdogan de tenê Kurd hene, ha Bakur, ha Rojava, ha Başûr... 

Hunkar Erdogan, di her firsetê de behsa  darbeya Misirê, behsa kujeriya Esed dike; lê kuştina sadîstî ya pîlotê Lubnanî nebihîst... Berî mehekê bû Qralê Lubnanê Abdullah II. Mêvanê Erdogan bû. Dîse jî kuştina pîlotê Lubnanî nebihsît, bêndeg û xemsar tevgeriya... Daxuyaniyek dîplomatîk ji avrûwê re şand!... 

Mîna Paşa kenan û detshilatdariyên 90 salî, Erodgan jî dixwaze, xwîna Kurdna bike ab-i jiyana xwe... Zindnaên Kurdistan û Tirkiyê dagirtî ne, nêzî deh hezarî Kurd di van zîdanana de têne rizandin. 12 sal in Hunkar Erdogan desthilatdar e, ne hate bîra wî ku efuwê, herî kêm nexweşên girtî berde. 

Tê dîtin ku dema çardarek ji girtîgehan derdikeve, Erdogan dibeşişe, rengê tivêla rûdêna wî tê guhertin. Di komkujya li Kerkûkê û Celewla çêbû jî, Pat-î Erdogan, mesaja sersaxiyê ne şandin. Dostaniya Erdogan bi Kurdan re,  mirin û tunekirin e. 

Ev tê wateya ku li hemberî Kurdan, sadîst û nexeşên mêjî çeteyên DAIŞê destek dike.

Hemberî ku Kurd Erodgan jî, Komara Tirkiyê jî baş nasdikin, divê, di pêvejoya çareserî û hilbijartinan de, li hemberî “cîhad-i ekber” ya Erdogan şiyar bin.