Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gibrayîl têkildarî daxuyaniya QSD’ê û bagna wan ji hêzên opozisyonê re ku li gorî yasayên Mafê Mirovan tevbigirn ji ANHA’yê re axivî.

Gêbrayîl da zanîn ku daxuyaniya wan ji bo peymana xwe derbarê mafê mirovan bi Banga Cenevre ragihîn in pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Ev payman taybet bi amfê mirovan û bi taybet li herêmê şer lê tê jiyankirin. Me roja Pêncşemê jî daxuyaniya çapemeniyê ji bo vê yekê daye. Me di daxuyaniyê de xalên hevpeymanê şîrove kirin.”

Gêbrayîl destnîşan kir ku armanca wan a sereke parstina sivîlane û wiha dom kir: “JI destpêka avakirina hêza me ve û heta niha armanca me ya sereke parstina welatiyane. Di hemû opersyonên me yên li dijî komên çete yên DAIŞ’ê jî me parstina sivîlan esas girt. Em xaka xwe ji teroristan rizgar dikin.”

‘Dagirker ji hêza me ditirsin’

Li ser bandora hevpeymanê û bi taybet li ser hin hêzên herêmî û navdewletî yên îdayan li ser hêzên QSD’ê derdixin Gêbrayîl wiha axivî: “Ez bawerdikim ku ev hevpeyman dê bandorê li aliyên îdayan dikin bike. Ew fêrî bûne ku îdayan li ser hêzên me derbixin. Rastiyan berûvajî dikin, ji bo armancên xwe îdayên dijber dikin. Ew hesaban ji me dikin, em li ser projeyên wan ên dagirkiriye xeterin, ji ber wê yekê li dijî me derdikevin û îdayan dikin.”

‘Civaka navneteweyî rastiya me dizane’

Gêbrayîl, destnîşan kir ku cîhan û hemû raya giştî ya cîhanê êdî baş dizane ew kîne û dizanin ew bi rastî ji bo parstina gelê xwe tekoşînê dikin û wiha dom kir: “Em gelê xwe yê sivîl diparêzin. Di hemû şerê me li dijî çeteyan meşand me ev yek isbat kiriye. Em her dem li gorî yasayên navneteweyî dimeşin, em mafê mirovan diparêzin.”

Endamê Fermandariya QSD’ê û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gibrayîl di dawiya axftina xwe de jî got ku daxuyaniya wan ji bo tewanbariyan ji ser xwe rabikin û ev tişt got: “Me ne ji bo em xwe biparêzin daxuyanî da. Lê belê ji bo em ragihînin ku me îtfaq bi rêxistina Banga Cenevre imze kiriye.”

Banga Cenevre rêxistineke bê alî û ne girêdayî tu hikûmetane, di sala 2000’an de ji bo komên çekdar ên ne girêdayî hikûmetan li gorî yasayên şer ên navnetewî tevbigirin, nepêkanîna tundiyê û parstina sivîlan. Rêxistin karê xwe li dijî bikaranîna mayînên kesan, her wiha parstina zarokan dide meşandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Fermandariya YPG/YPJ’ê di 5’ê hizêrana 2014’an de peyman bi Banga Cinêv re imze kiriye.


DILŞAD CÛDÎ / ANHA / HESEKÊ