Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku operesyona wan li gorî plana xwe “serkeftî” birêve diçe û got: “Sivîlên herêmê malên xwe terk nekirin û hêzên me bidil germî pêşwazî dikin”. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed li Balafirgeha Tebqayê derbarê operesyona rizgarkirina Bajarê Tebqayê de axifî.

Têkildarî pozîsyona hêzên QSD’ê yên li herêma Tebqa bicîh bûn Ehmedt ev agahî dan: “Li baskê başûrê çem hêzên me 33 KM pêşveçûn qeyt kirin û hema bêje bajarê Tebqayê dorpêç kirin. Ji bo dorpêçkirina tevahî bajar bi tenê 2 gund man. ji aliyê Bendavê de jî, şervanên me heya bendavê hatin û ji bo ziyan negihêje bendavê li wir rawestiyan.

Operesyona me heya niha li gorî plana hatiye danîn, didome.“

Girîngiya rêya Reqa-Tebqa

Têkildarî girîngiya stratejîk a kontrolkirina rêya Reqa-Tebqayê û bandorhen wê yên li ser operasyona rizgarkirina Reqayê de jî Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ev agahî dan: “Bandorek vê riyê ya sereke li operesyonê heye. Bi kontrol kirina wê re, riya çeteyan a gihandina lojistîk, alîkarî û cebilxaneyê ji Reqqayê ta bajarê Tebqa tê qutkirin. Ango riya nefesa çeteyan li Tebqayê hat birîn. Ji xwe berê jî hêzên me riya Reqa-Heleb bi temamî kontrol kiribûn.“

Di dawiya nirxandina xwe de Cîhan Şêx Ehmed ev bang li sivîlên herêmê kir: “Em bang li gelê herêmê dikin ku ji vê pêşketinê netirse. Armanca me ya sereke li ber rizgarkirina axê, rizgarkirina sivîlan ji zulma DAIŞ’e û parastina wan e. QSD’ê hêzek gel e, lewra em bang li gelê herêmê dikin ku ji herêmên DAIŞ’ê dûr bikevin û berê xwe bidin herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola hêzên me de.“ 

 

 Êrîş hatin şikandin


Hemeleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajar û bendava Tebqa di roja xwe ya 10’emîn de didome. Şevê din çeteyan li 2 baskan êrîş pêk anîn, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê herdû êrîş şikandin û derbeyên giran li çeteyan dan.

Duh di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’e ji bajarên Tebqayê û Reqqayê bi hawan, obus û fûzeyan êrîşek dijwar anîn ser şervanên QSD’ê yên ku riya Tebqa-Reqqa qutkiribûn. Êrîşa ku bi saetan dom kir di encama berxwedana şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de hat şikandin.

Di şer de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Hat zanîn ku çeteyan li hember berxwedana şervanan neçar man ji qada şer birevin. Çete dema reviyan gelek kuştî û birîndarên xwe jî bi xwe re revandin. Li herêmê termê 3 çeteyan tevî 3 keleş û cebilxaneya li ser wan ket destê şervanan

Li rojavayê bajarê Reqqa nêzîkî bajaroka Siwêdiya Mezin jî çeteyên DAIŞ’ê êrîş anîn ser gundê Sahil El-Xeşab a rizgarkirî. Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan şikandin û derbên giran li çeteyan xistin. Piştî şikandina êrîşê şervanan li gund dest bi lêgerînê kirin. Di encama lêgerîna li gund û derdora wê de termê 5 çeteyan hat dîtin. Her wiha 5 kilêş û hinek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.

Serçeteyê DAIŞ’ê Ehmed Huseyîn li Reqqayê ku berpirsê mayînan bû, di bomberdumana balafirên koalîsyonê ya li Tebqayê de hat kuştin. Di vê navberê de bi nêzîkbûna şervanên QSD’ê re sivîlên Tebqayê xwe digihînin herêmên bi ewle. Hat ragihandin ku doh 5 hezar sivîl ji qada Tebqa, ji destê çeteyên DAIŞ’ê reviyan û ji korîdora ku şervanên QSD’ê vekirin hatin qada ewle. 


Reqa nêzîk e heval...


Şervanên Odeya Xezeba Firatê di operasyona bajarê Tabqayê de 2 kîlomerte nêzî bajar bûne. Hat diyar kirin ku Hêzên QSD’ê yên ji şervanên Ereb, Kurd û Tikmen pêk tê, kêm maye bikevin bajar. Şervan diyardikin ku mizgîniya rizgarbûna Reqayê ne dûr e. 



 REQA