Desteya Jinan a Kantona Cizîrê, li bajarê Hesekê îsal 3 navendên zarokan ên bi navê “Cîhana Zarokan” vekirin. Li van navendên ku li taxên Salihiyê, Ezîziyê û Miftî hatine vekirin, 95 zarok têne perwerdekirin.
Li navenda Zarokan a Salihiyê 30 zarok hene û wekî 2 refan hatine dabeşkirin. Li navenda taxa Ezîziyê jî 45 zarok hene û ew jî wekî 2 refan hatine dabeşkirin. Li navenda taxa Mifî jî 20 zarok hene. Temenê zarokan di navbera 2 û 4 saliyê de diguhere.
Li navendên zarokan dersên bi zimanê Kurdî tên dayîn. Her wiha zarok fêrî zimanê Erebî jî têne kirin. Dîsa dersên muzîk, resim û sporê ji aliyê mamosteyên pispor ve têne dayîn.
Rêveberiya navendan ji bo her zarokekî mehane hezar lîreyên Suriyê distîne, her wiha zarokên ku rewşa malbatên wan xizan bin jî di ber çavan re têne derbaskirin.
Endama Rêveber a Navenda Zarokan ya taxa Miftî Lemyai Rakan destnîşan kir ku hejmara zarokan zêde dibe û rojane malbatên din serlêdan dike û got: “Em ê jî hewl bidin ku hejmareke zêde ya zarokan bînin gel xwe.”
Leymai destnîşan kir ku Desteya Jinan dinava hewldanan de ye ku navendên zarokan li taxên Til Hecer, Kelasê û Nasra jî vebike daku hejmareke zêde ya zarokan bigire nava xwe.
Navenda Cîhana Zarokan destpêkê yek navenda wê bû û girêdayî rêxistina Mafê Zarokan bû, lê îsal bûye girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.
ANHA/HESEKÊ