Li seranserê cîhanê pêr bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pênc parzemînan û bi sedan navendî çalakiyên cihereng pêk hatin.  Li bajarê Swêd Baselê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê ku Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim jî beşdar bû hat silavkirin.

Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya DEM-KURD’ê li Basel Dreîrosenparkê meşa silavkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de tevî Kurdistaniyan PYD, MLKP, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsre, Tevgera Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Parlamenterên SP Basel-Stadt Kerstîn Wenk, Mûstafa Atici, Peter Wenk, Brîgîtte Hollînger û dosên Kurdan amade bûn.

Di meşa li kolanên Baselê de belavokên bi serenavê “Piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kobanê“ hatin belavkirin. Girseya gel piştî meşê xwe gihand Claramatte û li vir mîtîngek lidar xist.

Li ser navê SP Kerstîn Wenk li mîtîngê peyivî û şervanên YPG/YPJ ên li Rojava şer dikin, silav kir. Wenk bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî gelê Kurd tên meşandin û da zanîn ku Erdogan bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dike. Wenk bal kişand ser girîngiya şerê li Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û got, “Kobanê di şerê li Rojava de xwedî wateyeke sembolîk e.“

Wenk got, “Modela Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşaneya pêşerojê ye“ û da zanîn ku hewl tê dayîn ku ev model li Swîsreyê jî bê meşandin. Wenk bang li hikûmeta Swîsreyê kir û got:“Divê xwe ji dîktator Erdogan ê ku bi hovane êrîşî gelê Kurd dike vegire û destekê bide gelê Kurd.“

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî mîtîngê girseya gel li Basel Gûndeldîngerfeld Halle civiya û bi heman armancê çalakiyek li vir pêk anî. Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî beşdarî çalakiyê bû û ji bo ji nû ve avakirinê bang piştgiriya bi gelê Kurd re kir. 


Berxwedaneke dîrokî pêk hat

Muslim da xuyakirin ku Kobanê bajarekî biçûk e, lê belê bi berxwedana xwe re li tevahiya cîhanê hatiye naskirin û destnîşan kir ku gelê Kobanê bi jin, ciwan û extiyarên xwe re mirovahî û demokrasî parastiye û berxwedaneke dîrokî nîşan daye. Muslim ragihand ku Kobanê bi berxwedana xwe re ji niha ve pêvajoya dîrokî guherandiye.

Muslim bal kişand ser sîstema xwerêveberiya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û got, “Ev sîstema hatiye avakirin, sîstema ku em jê re dibêjin xwerêveberiya demokratîk, li Rojhilata Navîn modeleke nû ye. Yekemcar gelên Mezopotamyayê Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Suryaniyan sîstemeke ku tê de bi hev re bijîn, ava kirine. Ev sîstem sîstemeke civakî ye. Sîstemeke ji aliyê gelan ve hatiye avakirin e û wê li hemberî sîstema barbar a beriya 2000 salî, têk neçe. Têkoşîna îro li Rojhilata navîn tê dayîn, têkoşîna li dijî dijminatî û barbariyê ye.“ Muslim diyar kir ku bi têkoşîna li Rojava re xwerêveberiya demokratîk qezenç kiriye û destnîşan kir, ku Kobanê nîşaneya vê ye.


Li seranser çalakî

PARÎS: Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi hezaran kes li Meydana Bastîlle ya paytexta Fransa Parîsê civiyan û bi pankarta bi nivîsa “Kobanê ji bo mirovahiyê li be xwe da, ji nû ve avakirina Kobanê ji nû ve avakirina mirovahiyê ye” meşiyan. Di meşê de li refên herî pêş gelek Şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên Partiya Çep, Partiya Komunîst, NPA û tevgerên din ên çep bi pankarta bi nivîsa “Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, avakirina Kobanê avakirina mirovahiyê ye” meşiyan. 

METZ: Li mezintirîn bajarê herêma Lorraîne Metzê, di çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê de tevî endamên partiya çep a Fransayê zêdeyî 200 kes amade bûn. Alîkara Şaredarê Metzê Nathalîe De Olîvera li vir aixvî û bal kişand ser girîngiya berxwedana jinên Kurd a li dijî barbariyê. Olîvera diyar ir ku ew ê ji niha û pê ve jî li cem berxwedanê cih bigirin.

BORDEAÛX: Bajarekî din ê Fransayê ku çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê lê hat lidarxistin, Bordeaûx bû. Di meşa li bajêr de tevî endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Partiay Antî Kapîtalîst a Nû (NPA) komeleya bi navê Assocîatîon Georges Îbrahîm Abdallah, tevgera Enseble û endamên tevgera sosyalîst û çep amade bûn. 

Girseya gel a bi qîrîna dirûşmeyan heta Place de la Comedîe meşiya, li vir deqeyek rêz girt. Endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê yên li vir mafê axaftinê wergirtin, banga piştgiriya ji bo Kobanê kirin.

MONTPEÎLLER: Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê, bi beşdariya gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê û partiya çep, çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a li Montpellîerê, li Meydana Comedîe ya li navenda bajêr pêk hat. Di belavokên li vir hatin belavkirin de bal hat kişandin ser têkoşîna YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Çalakiya ku sê saetan dewam kir, bi gerandina govendê li ber stranên li ser Rojava, bi dawî bû.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse, bi heman armancê meşek hat lidarxistin. Li ser navê Konfederasyona Sendîkayên Karê Giştî ya Fransayê (CGT) laûrent Roûsso li vir peyivî û diyar kir ku ji ber astengiyên Tirkiyeyê xebatên wan ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê gelekî hêdî dimeşin. Roûsso destnîşan kir ku Kobanê ji bo mirovahiyê şer kir û niha jî wezîfeya mirovahiyê ye ku Kobanê ji nû ve ava bike.Ji Partiya Antî Kapîtalîst a Nû (NPA) Jann Sîmpson jî da xuyakirin ku berxwedana Kobanê hêvî mezin kiriye û veguheriye hêviya hemû bindestan.

LYON: Li bajarekî din ê Fransayê li Lyonê jî meşek bi heman armancê hat lidarxistin. Girseya gel a danê êvarê li Place Terraûxê civiya, heta Place Bellcoûrê bi meşaleyan meşiyan. Tevî Kurda, Partîzan, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Bloc Roûge (Bloka Sor) û hin komên anarşîst jî beşdarî çalakiyê bûn.

BOLOGNA: 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Îtalya Bolognayê bi coş hat silavkirin. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, saziya alîkariyê ya bi navê RETE Kurdistan jî amade bû. Di çalakiya ku hemû komên çep û sosyal demokrat ên li herêma Emîlîa Romagna destek dan de, dirûşmên “Kobanê li ber xwe dide”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn û mirovên di êrîşên faşîzma AKP’ê de li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

MADRÎD:Çalakiya li paytexta Spanya Madrîdê bi beşdariya zêdeyî 350 kesan pêk hat û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo astengkirina serketina di hilbijartinê de hatin kirin, hatin şermezarkirin. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şivan Çolak û Endamê Parlamenta Ewropayê Javîer Caûso Permûy jî beşdarî çalakiyê bûn.

VIYANA: Li paytexta Awûstûya Viyanayê jî, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyeke bi coş hat lidarxistin. Girseya gel a li ber Parlamenta Viyanayê hat cem hev, bi qîrîna dirûşma “Bijî Berxwedana Kobanê” berxwedana li Kobanê silav kir.

BRUKSEL:Li paytexta Belçîka Brukselê jî jî çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye, em ji nû ve Kobanê ava bikin” hat lidarxistin. Zêdeyî hezar kes li Gare du Nord a Brukselê civiyan û saet di 15:00 de be bi Gara Trenê ya Navendî ve meşiyan. Di axaftinên dema meşê de afirînerên Berxwedana Kobanê hatin silavkirin. 

ADIGEY: Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Çanda Agirî bi civînekê silav kirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê destpê kir. Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn li vir eyivî û got, “Kobanê mînaka dawî ya lehengiya gelê Kurdistanê ye.“ Piştre beşdarên civînê hest û nêrînên xwe li ser rojê anîn ziman û civîn bi dawî bû.

DEN HAAG:  Li bajarê Hollanda Den Haagê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtînga li meydana Malîeveld de li ser navê komîteya amadekar Alex de Jong, li ser navê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK-PUK) Ciwan Omer, li ser navê Tevgera Goran Hawraz Rafat, li ser navê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Yoûnîs Lutfullah û nûnerên Stîchtîng Help Kobanê (Weqfa Alîkariyê ya Kobanê) axivîn.

Di peyama hevpar a hemû axaftinan de hat ragihandin ku serketina Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de hat bidestxistin, bandor li tevahiya cîhanê kiriye û hat destnîşankirin ku piştî Şoreşa Rojava, hêviya jiyana bi hev re ya gelên cuda ketiye meriyetê. Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.

STOCKHOLM: Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, tevî Partiya Çep a Swêdê, Komîteya Rojava, Çep a Ciwan, Ciwanên Kurd û Her tişt ji bo her kesî û Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd gelek rêxistinên civakî yên sivîl, li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Malmo yên Swêdê, ji bo piştgirî ji gelê Kobane re were dayîn, meş û mîtîng hatin lidarxistin. Bi sedan kesên saet di 13:00 de li Parka Hûmlegarden a Stockholmê hatin cem hev, bi alên PYD, YPG, PKK, KCK, KJAR û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta Meydana Sergelê meşiyan.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat li Meydana Sergelê peyivî û anî ziman ku Rojava cîhaneke nû diafirîne.

WÛPPERTAL: Çalakiya li bajarê Wûppertalê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hat lidarxistin û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan. Hevserokê NCDK’ê Savci Azar li vir peyivî û got: “Heta ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û dostên wan hebin, ti hêz nikare xwe li ber me rabigire. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku divê em yekîtiya xwe xurt bkin, dest bidin hev û têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta faşîst mezin bikin.“

STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê ve hat organîzekirin, bi beşdariya hezar kesî pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berxwedana Kobanê ya bûye sembola berxwedana li dijî barbariya DAIŞ‘ê hat silavkirin.

DORTMÛND: Li bajarê Elmanya Dortmûndê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtînga ku ji Hagen, Dortmûnd û Meschede girseyên gel tevlî bûn de, wêneyên şervanên YPG/YPJ ên li Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dan û pankartên bi zimanê Elmanî hatin nivîsandin, hatin hilgirtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtnê destpê kir. Dûre Hevserokên NCDK, nûnerên TJK-E, PYD û çepgirên Elman axivîn. Belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.


 NAVENDA NÛÇEYAN