ELN’ê ji KJK’ê xwest, di pêvajoya muzakereyan de destekê bide wan. Peyam ji aliyê yek ji sermuzakerevanê ELN’ê ku tevî hevdîtinên bi hikûmetê re dibe Omaîra Elena Vasqûez ve hat dayîn.

Mesaj ji aiyê fermandar Omaîra Elena Vasqûez ve hate şandin.

Di destpêka peyamê de hat gotin, “Hevalên hêja yên ji Komalên Jinên Kurdistanê, merheba ji we re. Ji kerema xwe, silavên me yên xwîşk û birayane, şoreşger yên Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) qebûl bikin, nexasim jî yên jinên di nav refên me de.

Hûn ji xwe dizanin ku Kolombiya welatekî gelekî dewlemend e di warê çavkaniyên xwezayî de û her wiha di warê bi hezaran karkerên jin û mêr de.

Em welatekî keskesorê ne, lewma li ser erda wê jin û mêr bi hêvî û xeyalên xwe dimeşin, jin û mêrên reşik, yên xwecihî û yên melez. Lê belê di heman demê de em dizanin ku em di newekheviyê de li cîhanê di rêza duyem de ne. Em dizanin ku Kolombiya girêdayî emperyalîzma bakurê Amerîkayê ye û olîgarşiyeke me ya xayînane heye ku bi tenê pûte bi pêwîstî û hewcedariyên emperyal dide, olîgarşiyeke ku mafê me yê avakirina welatekî bi dilê me red kirî. 

Ji ber vê yekê hevalên hêja em dixwazin we vexwînin ku di vê pêvajoyê de hûn li aliyê me cihê xwe bigirin. Em ê beşa xwe ya li raya giştî vekirî li Ekwadorê bidin destpêkirin. Em hêvîdar in ku karibin  piştrast bin ji tevlîbûna we da ku hûn dewam bikin bi parvekirina fikr û tecrûbeyên xwe. Bi rêya we, em vê dawetê li tevahiya gelê Kurd dikin, çi jin û çi mêr. 

Em hemû jinên dinyayê dengê xwe bi dengê mêrên xwe re bikin yek,û em fikrên xwe jî bikin yek da ku em tişta me gotî ango ‘cîhaneke din mumkin e’ pêk bînin û bikin rastî. Û di dawiyê de em dixwazin bibêjin, em dengê xwe li dengê we zêde dikin da ku em bibêjin, ‘rûmeta min azadiya min e’.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN