Kesê ku Girê Xerab Reşkê weke perestgeha yekem a organîzekirî ya mirovahiyê derxistî holê Klaus Schmitd rehmet kir. Ji bo ku em li ser girîngiya xebatên wî û cihê Girê Xerab Reşkê di dîroka mirovahiyê de bi peyivin, me bi Lee Clare re hevpeyvînek kir.
Hevpîşe û hevkarê Klaus Schmidt Lee Clare îro li Deutsches Archäologisches Institut (Înstîtuya Arkeolojîk a Elman) li beşa Rojhilata Nêzîk kar dike û berpirsê projeya kolanên arkeolojîk ên Girkê Xerab Reşkê ("Göbekli Tepe Projekt) bû. Lee Clare Girkê Xerab Reşkê weke devereke arkeolojîk a yekane û bêmînak bi nav dike û weha elaqe û girîngiya Profesor Dr. Klaus Schmidt rave dike: "ev devera arkeolojîk di kolanên beriya bi bîst salan, sala 1995´an destpêkirî yên bi pêşengiya hevpîşeyê min Klaus Schmidt de hate keşfkirin. Girê Xerab Reşkê devereke ayînê ye yê beriya qederê bi 9500 salan heta bi beriya 8200 salan beriya jidayikbûna Îsa. Ango beriya niha bi bêhtirî 11 hezar salan ta 10 hezar salan ev dever navendeke ayînî ye. Ev ew dem e ku komên mirovan ên berhevker û nêçîrvan ên li Kurdistanê hêdî hêdî li devereke bicih dibin, dibin akincîh. Deverên şên ava dikin."

Bi tenê ji bo ayînê hatiye avakirin

Clare bi girîngî îşaret pê dike ku Girkê Xerab Reşkê bi xwe ne gund û devereke şên e, lê belê bi tenê cihekî ayînê ye, ango xelkê li derdora deverê bi cih bûyî yekem car di dîrokê de avahiyên ji kevir ên bi vî rengî xelekwarî ne, ava dikin. Hunerekî bi vî rengî berê nehatiye dîtin. Clare dibêje, helbet beriya wê resmên şikeftan ên li Franseyê jî hebûn, lê belê ev yekem car e ku mirov bi awayekî çalak perestgehekê ava dikin, avahiyeke ji bo ayînê û weha pêde diçe: "li hawîrdora xwe avahiyên bi rastî ji bo ayînê ava dikin. Ya girîng jî ev e. Bi rastî jî civakên destpêkê baweriyên xwe yên dînî bi vî rengî îfade dikin.
Clare dibêje, ti nîşan û delîl nînin ku bibêjin mirov li Girkê Xerab Reşkê mane. Ew ji bo serdanê, weke ziyaretê hatine deverê. Bi tenê ji bo ayînê wan perestgeh avakiriye û bi kar aniye.

Pêdiviya avakirina wê  guherîna pergala civakî ye

Clare bi girîngî îşaret pê dike ku yek ji pirsên sereke wan ji xwe pirsî jî ew bû di destpêka projeyê de, ka mirovan ji bo çi hewce dîtiye devereke taybet ji bo ayînê ava bikin û weha peyivî: "lêkolîn hîna dewam dikin, lê yekane bersiva heta niha em dikarin bidin ew e ku mirov êdî dibûn akincîh û hew koçer bûn; komên mirovan mezin dibûn, diviyabû xwe îfade bikin, diviyabû ji heqî serjimara zêde dibe derkevin. Ev yek ji sedeman e ku em difikrin ev bawerî û dîn hatin bipêşxistin û ev devera taybet ji bo ayînê hat avakirin."   Ji Instîtuya Arkeolojîk a Elman Lee Clare dibêje di heman demê de awayê jiyanê bi rengekî tundraw diguherî; mirovan dest bi çandiniyê û kedîkirina heywanan dikir û pêre jî pergala wan a civakî jî guherî.

Girkê Xerab Reşkê beriya neolîtîkê ye

Clare wekî din dibêje serdema avakirina Girkê Xerab Reşkê beriya Neolîtîkê ye, ew di serdema berî picçêkeriyê ya neolîtîk e, lewma neolîtîk di biwara wê serdemê de ye ku irov êdî bi tevahî akincîh bûne, lê di serdema Girkê Xerab Reşkê de hîna bi tevahî rewş ne ev e û wisa dibêje: "lê divê serdemê de nîşanên pêşî ên xwecîhbûna mirovan hene. ev pêvajoyeke hêdî hêdî û pêre pêre  ye. Ango em dikarin hem behsa neolîtika beriya pincçêkeriyê bikin, lê belê em dikarin her weha behsa dema dawî ya civakên koçer û nêçîrvan jî bikin. Ev mirov nêçîrvan û berhevkerên kompleks bûn ên ku dest pê dikirin ku xwecih bibin."
Ji ber ku li deverê ji heman demê û beriya wê demê kêm agahî û deverên arkeolojîk hene, Clare dibêje: "em nizanin ka li wir çi diqewime, lê belê em dizanin divê di warê îfadekirina çandî de beriya Girkê Xerab Reşkê jî rêûresmek hebe, çawa ku hin materyalên ji Îsraîl, Libnan û Urduna îrojî îşaret pê dikin.

Bi saya serê Schmidt hat keşfkirin

Li ser girîngiya prof. Klaus Schmidt a di projeyê de jî Lee Clare dibêje "ya rastî Prof. Schmidt ev dever kefş kir. Erê beriya niha di salên 1960´î de (1963, têbîniya rojnamevan) emerîkiyan ev dever dîtibû, lê belê bawer kiribûn, ev dever ji serdema kevir maye. Profesor Schmidt di destpêka salên 1990´î de çû wê deverê; wî biryar da ku ev tiştekî din e, ew yekem kes bû ku kolanên arkeolojîk dan destpêkirin. Bi saya serê wî ye ku ev devera arkeolojîk a bê mînak bi vî awayî li ber destê me ye îro. Beriya niha bi bîst salan kolanan bi pêşengiya wî destpê kir û bi inîsiyatîfa wî dewam kir û ev berhema dîrokî û mîrateya mirovahiyê li ber destê me ye.


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN




Kaşifê Xerab Reşkê rehmet kir


MLêkolînvanê Girê Xerab Reşkê (Gobeklitepe) yê li cîhanê wek navenda perestgeha herî kevn e, Prof. Dr. Klaus Schmidt pêr jiyana xwe ji dest da.
Prof. Dr. Klaus Schmidt ê 61 salî û bi eslê xwe Elman, li Elmanyayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Schmidt serokatiya kolanên Girê Xerab Reşkê dikir û li herêmê beriya niha 20 salan dest bi xebatê kiribû. Prof. Dr. Schmidt di lêkolînên xwe de îspat kir ku Girê Xerab Reşkê li cîhanê perestgeha herî kevn a dema Neolotîk e.
Schmîdt girêdayî Girê Xerab Reşkê gelek makale nivîsandin û li welatên cuda yên cîhanê der barê vê mijarê de konferans dan.
Xerab Reşkê ê li Bakurê Kurdistanê wekî navenda perestgeha herî kevn an cîhanê ye berî niha bi demekê ketibû lîsteya demkî ya mîrateya cîhanê. Göbeklitepe'ye ilişkin birçok bilimsel makale kaleme alan Schmidt, dünyanın farklı ülkelerinde sergi açıp, konferans verdi.
Girkê Xerab Reşkê cara pêşî sala bi hevkariya zanîngehên Stenbol û Chicagoyê hat dîtin, lê tê nehat derxistin ku yek ji yekem cihê ayînî yê mirovahiyê ye û yekane cihê bi vî rengî avakirî yî ayînê ye.
Ji sala 1995´an û vir ve Muzeya Rihayê û Înstîtuya Arkeolojîk a Elman li Berlînê bi hev re kolanan bi rê ve dibin.

Di kolanên arkeolojîk de heta niha kevirên tîk çikilandî yîn ji serdema neolîtîk û beriya neolîtîkê, peykerê mirovan ê 65 santîmetro dirêj ê ji beriya nêzî 12 hezar salan hatine dîtin. Devera ku weke navenda perestgeh a herî kevn a dinyayê tê qebûlkirin beriya bi demekê cihê xwe di lîsteya demî ya mîrateya cîhanê ya UNESCO´yê de cihê xwe girt. 

NAVENDA NÛÇEYAN