Ji cihên herî zêde koçber lê kom dibin yek jî Karkamiş e û zêdehî 10 hezar penaber li kampa penabaran a li ber çemê Firatê dimînin. Tê gotin ku zêdehî 2 hezar penaber jî li navenda navçeyê di mal û dikanan de dimînin. Tê gotin ku ji ber koçeriya penaberan navçeya Karkamiş hem ji aliyê muxalîfan ve û hem jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke baregehe tê bikaranîn. Piştî navçeya Cerablus a Helepê ji destê yekîneyên OSO'yê ket destê çeteyên DAIŞ'ê, di 17'ê çîleya 2014'an de Deriyê Sînor ê Karkamişê hate girtin. Li deriyê sînor tenê rojên duşem û înê destûra welatiyên Sunnî yên ereb tenê ji bo derbasî Cerablusê bibin tê dayîn. Hate hînbûn ku piştî Cerablus ket destê çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Karkamişê bû qada çete ji xwe re bikin rêgeh û di nava navçeyê de bi rihetî tevbigerin. Welatiyên bajar ji ber tiştên tên jiyîn diltirsin. Welatiyan diyar kir ku rojên borî du çeteyên li navenda navçeyê girtin teslîmî polîsan kirin, lê pişt re polîsan ew derbasî Cerablusê kirin.


‘Baregeha DAIŞ e'

Welatiyê bi navê Tamer Ozdemîr, diyar kir ku dema Cerablus di destê OSO de deriyê sînor dixebitî lê piştî derî hate girtin gelek ciwan bêkar man. Ozdemîr, anî ziman ku pişt re çeteyên DAIŞ'ê ev der ji xwe re kirin baregeh û wiha got: "Baregeha wan a herî mezin niha Karkamiş e. Li cem ala tirk ala wan jî daliqandiye. 15 roj berî hilbijartina şaredariyê ala xwe rakirin. Piştî li vir betalî zêde bû welatiyan dest bi diziyê kirin. Ji be ku mirov êdî nikarin nan bibin malên xwe." Ozdemîr, anî ziman ku şertên penaberên li Karkamişê di şertên gelek nebaş de dijîn û ji bilî çend caran tu alîkarî ji wan re nehatin kirin. Ozdemîr, da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê kontrola Cerablusê bi dest xistin bazara tiryakê ya cîdî dikin û wiha axivî: "Bazara wan bala ciwanan dikêşe û gelek ciwan dikevin vê torê. Piştî re ji Edene, Semsûr, Konya, Kayserî û Eskîşehîrê gelek malbata hatin vir. Zarokên wan tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûne. Li pey wan hatin lê peyda nekirin. Di destê wan de wêneyên wan li bajar li zarokên xwe digerin. Ji ber ku agahiya zarokên wan dê li ser Karkamişê tevlî DAIŞL'ê bibin girtin hatine vir. Ji ciwanan re 4-5 hezar dolar tên dayîn û dibin şer."

'Ji Tirkiye diçin Sûriyê´

Welatiyê bi navê Şakîr Polat jî diyar kir ku gelê Karkamişê ji wan ditirse û tu ewlehiya canê wan tuneye. Polat, anî ziman ku êdî bikaranîna bajar a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bûye tişteke asayî. Polat, da zanîn ku herçiqas dewletê deriyê sînor girt û weke tedbîr girtin xuya bike jî çeteyan re zêde qad hate vekirin. Polat, bilêv kir ku êdî welatî baweriyê bi leşkerên ewlehiya wan digirin naynin û wiha got: "Gelek ciwanên ji Amed û Hollandayê tevlî wan dibin li vir di nava rojê li ber çavê hemû kesî derbas dibin. Em bûn şahid. Pisgirêka herî mezin a Karkamişê deriyê sînor girtî ye."

DIHA/DÎLOK