Parlamentera Meclîsa Federal a Elman, Sevîm Dagdelen li ser girtina parlamenetrrên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari daxuyaniyek da û bang li hikûmeta federal a Elman kir da ku tevahiya piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike. Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) di daxuyaniya xwe de got, ”betalkirina parlamenterên muxalefetê û hema pê re hepskirina wan bi destê AKP’ê belgeyên desthilata kêfî ya mutleq a li Tirkiyeyê ne. Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari yên ku tohmetên terorê yên çor û bêserûber dixin stûyên wan, cihê wan ne heps e. Cihê siyasetvanê CHP’ê yê ku li îstîxbarata Tirk eşkere kir ku ew bi qaçaxî sîleha dide komên çetên Îslamî yên li Sûrî jî ne heps e. Cihê berpirsên terora dewletê û nexasim yê serokkomar R. Tayyip erdogan heps e.”
Sevîm Dagdelen ji hikûmeta Elman jî bi van gotinan xwest êdî destekê nede dewleta Tirk: “Hikûmeta federal divê alîkariya xwe ya ji bo wî otokratî – çêl li Erdogan dike – êdî bi dawî bike; ji bo vê jî rawestandina firotina sîlehan û alîkariyên aborî jî divên. Partiya Çep piştgira parlamenterên girtî ye û doza tavilê berdana wan dike.”
BERLÎN