Wênesaz Ramazan Îlten ê ku bi salane li Malên Gel ên di bin banê şaredariya Êlihê de ku ji aliye qeyûmê ve hatin girtin, dersa wêneyan dide şagirtan li dijî tayînkirina qeyûmê û girtina Malên Gel çalakiyake bi wate li darxist. Îlten bi şewitandina wêneyên xwe ya li ber Mala Gel a Musa Anter hemû pêkanîn li dij şaredariyên DBP’ê şermezar kir. Îlten diyar kir ku bi girtina Malên Gel dê xebata xwe nede rawestandin û wiha peyivî: “Di serî de li Navenda Çanda Mizgîn (NÇM) em ê li hemû qadan xebatên xwe bidin meşandin.”
‘Girtina Malên Gel tirsa li hember hûnerê ye’
Îlten destnîşan kir ku girtina Malên Gel tirsa li hember xebatên hûnerî ne û wiha axivî: “Qeyûm ji ferasetek kor re xizmetê dike. Li Malên Gel ji bilî faliyetên hûnerî û çandî tu xebat nedihatin meşandin. Gel li taxan bi hûnerê dihat cem hev û çanda xwe nas dikir. Tene li vir xebatên hûnerê dihat meşandin.”
‘Me bi dehan şagirt mezûn dikir’
Îlten da zanîn ku wan li Mala Gel a Musa Anter qursên bêpere didan bi dehan xwendekaran û wiha pê de çû: “Me her sal li van qursan bi dehan şagirt têdigihand. Mirov li virê qabîleyeta xwe ferq dikirin. Her wiha Malên Gel alîkariya aborî ji dida ciwanên ku xwe ji bo ezmûnên qabîleyetê amade dikirin.”
‘Em ê dîsa vegerin’
Îlten anî ziman ku bêyî hincetek nîşan bidin saziyên gel girtine û der barê çalakiya xwe de got: “Me bi şewitandina wêneyên xwe ku avêtibûn erdê li gel xwendekarên xwe li ber Mala Gel vê rewşê şermezar kir. Lê em ê bila baş dizanibin em ê dîsa bizivirin vir. Em ê li ser cihê tablo şewitandinê bi xwendkarên xwe re pêşengehê vekin.”
Heri wiha Îlten taliyê anî ziman ku ew ê dev ji xebatên xwe bernede û dê xebatê xwe li NÇM’ê bidomîne û got ku ew ê xwendekarê xwe û hûnerê bigîhîne hev.
DÎHA/ÊLIH