Piştî şerê cîhanê yê yekemîn û peymana Lozanê, Rojavayê Kurdistanê û Suriye wekî mêtingeh ket bin dagirkeriya Fransayê. Yek ji van cihan jî derdora Çemê Ceqceq ku niha bajarê Qamişlo li ser hatiye avakirin bû. Li gorî hinek dîroknasan, wê demê bajar tûne bû û di sala 1921’an de leşkerên artêşa Fransayê li herdu aliyên çem ji bo hespên xwe axur ava kirin. Ev cihên ku ji kerpîçan hatine çêkirin û 5 salan wekî axur hatin bikaranîn, di sala 1925’an de ji aliyê welatiyên bajêr ên Kurd ve wekî cihê firotina şînî û zebzeyan hate sererastkirin. Navê cih jî wekî “Sûka sebze û hêşinahiyê” hate guhertin.


Bû sûka navendî

Paştî demekê jî welatiyekî bajêr ê cihû (yahudî) sûkeke ku ji 3 dikanan pêk dihat û gihayên wekî derman têne bikaranîn, biharat û hingiv lê dihat firotin ava kir. Ev sûk bi demê re li gel pêşketina bajarvanî, zêdebûna nufusa bajar, mezin bû û niha bûye sûka hemû pêdiviyan. Ji ber ku bajarê Qamişlo gelekî mezin bûye û nufus jî gihîştiye zêdetirî 500 hezarî, ev sûk jî ketiye navenda bajar. Piştî ku di navbera Qamişlo û bajarên nêzîk ên Bakurê Kurdistanê de bazirganî pêş ket, sûkeke nû di nava sûka sereke de hate avakirin û navê wê bû “Sûka Tirkî”. Di sûka Tirkî de tiştên ku ji Bakûr û Tirkiyê hatine têne firotin. Di sûkê de beşa firotina şînî û zebzeyan ku wek sûka “Hal” tê nasîn hatiye veqetandin. Di vê sûkê de nêzî 50 dikanên firotina hêşînihî û zebzeyan hene. Niha cihê herî navdar di sûka Qamişlo de “Sûka Navendî” ku li kolana şaredariyê ye. Di vê sûkê de gelek sûkên biçûk ên sergirtî (pasaj-qeyserî) û nêzî 264 dikan hene. Li aliyekî sûkê ku wekî "Muceme El Merkezî" tê naskirin, nêzî 174 dikanên firotina qumaş û dirûtina cilan, makyaj, parfun, çente û pêlîstokan hene. Di sûka navendî de 4 pasajên zêrevanan hene, lê bi tevahî di sûkê de 60 dikanên zêrevaniyê hene. Her wiha 85 dikanên veguhestina pereyan jî hene. Di sûka navendî ya Qamişlo de ji bijlî dikanan, otêl, xwaringeh, nexweşxane, dermanxane, salonên şahiyan û benzînxane jî hene.

 ANHA/QAMIŞLO