CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE
Helbestvanên Hewramî ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê cih dayîna helbestên Hewramî kêm e û gotin, li Rojhilatê Kurdistanê jî helbestên Hewramî ji yên Soranî xwedî taybetmendiyek cûdatir bûne.
Helbest û wêjeya Kurdî bi gelek helbestvan, helbestên kevin, nû û hemdem dewlemend e. Di nav wan de jî helbestên Hewramî roleke xwe ya teybet heye. Di van salên dawî de ji ber xemsariya hinek helbestvanên Hewramî, ev rol û dewlemendî roj bi roj ber bi lewaz bûnê ve diçe.
‘Rola wêje û helbestên Hewramî namîne’
Têkildarî mijarê Helbestvanekî herêma Hewramanê bi navê Suheyb Zelmî wiha axivî: “Helbestvanên Hewramanî, her ji kevin de xizmeteke mezin ji bo wêjeya Kurdî û helbestên Hewramî kirine. Lê mixabin niha rola wêje û helbestên Hewramî ber bi lewazbûnê ve diçe, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Berovajî wê, li Rojhilatê Kurdistanê, rola helbestên Hewramî roj bi roj bi pêş dikeve û zindî dibe. Helbestvanên Hewraman karîne gelek helbestên nû û hemdem bi zaravayê Hewramî binivîsin û di dîwanan de helbestan çap bikin û belav bikin.”
Her wiha Suheyb Zelim li ser mijarê wiha pê de çû: “Ji ber ku helbestvanên Hewraman bi zaravayên Soran helbestan dinivîsin û berê xwe ji nivîsîna bi zaravayê Hewramî zivirandine, li Başûrê Kurdistanê hebûna Helbestên Hewramî lawaz bûye. Li gel wê jî ji bo zaravayê Hewramî bi pêş nekeve, siyasetê jî bandoreke mezin li fikra helbestvanan kiriye.”
Suheyb Zelim lidarnexistina festîval, çalakî û semînerên taybet ên helbestên Hewramî weke sedemê destnîşan kir û got, "Lê mixabin ji bo helbest û wêjeya Hewraman heya niha ti hewldanek nehatiye kirin ku were lêkolînkirin, nivîsîn, çap û belavkirin.”
‘Lêkolîner piştguh dikin’
Li ser heman mijarê helbestvanekî din ê bi navê Namiq Hewramî jî ev got, “Li gorî zaravayê Soranî, eger rola helbestên Hewramî zêdetir nebe, ne kêmtir e. Lê mixabin, ewên ku wêjeya Kurdî lê dikolin, helbestên Hewramî piştguh kirine û rastî ji xwendevanan veşartine.”
Namiq Hewramî destnîşan kir ku bihêzbûna wêje û helbestên Hewramî çavkaniya xwe ji destpêka salên 1980’yî digire û wiha dewam kir: “Wê demê mamosta Osman Hewramî karî bi çalakî û xebateke mezin helbestan bi pêş bixîne. Li gel wê jî bi gotina Goranî û bikaranîna wan helbestan, karî rola wan helbestan bi hêztir bike. Lê wê bihêzbûnê zêde dewam nekir.”
Di dawiyê de Namiq Hewramî got, nivîsîna helbestan a bi Soranî ne pirsgirêk e û wiha peyivî: “Piştî ku berhemên min bi Hewramî hatin çapkirin, careke din bi zaravayê Soranî çap dikim da ku kesên din jî wêje û helbestên Hewramî fêm bikin.”
‘Li Rojhilat baş bi pêş ket’
Helbestvanê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Adil Mihemed Pur jî wiha nêrînên xwe îfade kirin: “Helbestên Hewramî di asta xwe de xwedî taybetmendiyên xwe bû. Wek bêhndayînek dirêj bû ku bûbû xwedî xal û hewayek nû. Li gorî helbestên Soranî taybetmendiyên xwe hebû û zêdetir li Rojhilatê Kurdistanê bipêşketinên baş li gel xwe anîn. Di dîroka Helbestên Hewramî de, hinek helbestvanên wek Bêsaranî, Seydî û bi taybet Mewlewî ku ew jî xwe wek şopdarên Bavê Birge dibînin, hene. Gelek salan, di bin bandora helbestên din de, helbestên Hewramî govenda nûjeniyê gerandiye û li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket. Niha jî hebûna xwe dide îsbat kirin.”