
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê operasyonên ku li başûrê Kobanê dom dikin û Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku li herêma Eyn Îsa didome de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin li başûrê Kobanê gundek û deştek stratejîk û li herêma Eyn Îsa jî 3 noqte hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de derbarê operasyonên li başûrê Kobanê de hat gotin ku operasyonên hêzên wan yên ku li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de yên li başûrê Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin û wiha dewam kir: “Hêzên me şevê din li başûrê Kobanê, gundê Dalî Hesen û deştek stratejîk ên li ser vê gundî ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 3 termên çeteyan dest danîn ser 3 fûze, 3 roketên vê yê antî tank, kilêşek, roketavêjek B7, 3 gulleyên roketavêja B7, dûrbînek şevê, dûrbînek rojê û 3 bombeyên destan.Hêzên me li derdora gundê Zerik ê li başûrê Kobanê jî operasyonek lidar xistin. Hêzên me li vê qadê 3 çeteyên DAIŞ’ê tevî çek û cebilxaneya li ser wan bi mirî bidest xistin.”
Hamle di roja 58. de ye
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo jî berdewam dike û ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîrê di çarçoveya “Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo” ya ku ketiye roja xwe ya 58’an de, operasyonên xwe yên li derdora bajaroka Ayn Îsa berdewam dikin.
Şevê din hêzên me li vê herêmê operasyonek nû lidar xistin. Di encama vê operasyonê de hêzên me 3 noqteyên di destê çeteyan de azad kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN