
Di pirtûka xwe de ya bi navî “Dîroka Yahûdiyên Îranê” de, Hebîb Loyda dibêje: “Yekemîn koçberiya mezin a “Benî Îsraîl bo nêzîk sînorê Îranê 2700 sal berî zayînê bû, herwiha di wê demê de û piştî dagîrkirina welatên wan 10 hoz ji 12 hozên Îsraîlê berê xwe dan Kurdistana niha û bi dirêjahiya dîrokê ew bûn beşek ji Kurdistanê.”
Cihû hin bi hin fêrî dab û nerît û zimanê navçeyê bûn, herwiha heta îro jî zimanê wan Aramî ye û bi bêjeya Îbrî û Cihûyên Urmiyê û Kurdistanê heta niha parastine. Beşekî din ji Cihûyan li serdema Hahamenîşiyan hatin Îranê û li Hemedan “Paytexta Kurdistana Kevin” cih girtine. Ew Cihû heta 50 salên borî li Hemedan, Kirmanşan û Sine wek yek ji kevintirîn gelên Îranê dijiyan, heta niha jî gelek gorên Cihûyan li Kurdistanê hene.
Cihûyên nav Kurdistanê û Îranê ligel damezrandina hikûmeta Şîe û Sefewiyan, komkujî di derheqê wan de hatin kirin, û hejmara wan ji 400 hezar kesî din wê demê de bû 20 hezar kes. Di serdema Meşirûtiyet li Îranê, heta astiyekî diyer Cihû azad bûn û karîn geş bibin, lê piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê û piştî ragehandina Xumeynî di sala 1979’an de di rojnameya Keyhan a fermî de, ku ew mijûlê şere ligel Îsraîlê, di wê demê de piraniya Cihûyan Rojhilatê Kurdistanlê bi cih hiştin. Herwiha piştî damezrandina dewleta Îsraîlê jî Şahê Îranê gelek Cihû şandin Îsraîlê, bi hinceta ku rewşa wan ne başe û hinek car ji aliyê Kurdan ve zext li wan tê kirin.
Di dema Şah de hatin şandi
Bi gotina Morîs Moited ku Cihûyekî Hemedanê ye ew di ger şeş û heft ya Parlamentoya Îranê de nûnerê Cihûyan bû, niha jî perestgehên Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Kamyaran, Sine, Kirmanşan û Urmiyê hatine girtin. Navbirî wiha dibêje: “Di çend salên borî de zext ji aliyê kesên radîkal ve dihat kirin û dixwestin persetgehên me hilweşînin, lê hikûmetê rêgirî li wan kir.”
Şandina Cihûyên nav Kurdistanê bo Îsarîlê di serdema Şahê Îranê de, ji sala 1950 û piştre dest pê kir û hikûmeta wê demê gelek asankarî bo vegera Cihûyan kir, bi dehan dokument û belge hene ku hikûmetê di wê demê de Cihûyên Kurdistanê dişandin Îsraîlê. Di wan belgeyan de navê Îran û Kurdistanê jî hatiye.
Yek ji wan belgeyan behsa şandina 30 hezar Cihû ji Îranê bo Îsraîlê dike, ku beşeke mezin ji wan ji Kurdistanê hatine şandin. Her di wê belgeyê de tê gotin ku Cihû pîs û bêbext û hejar in wek xelkên Kurdistanê.
Li Kurdistanê azad bûn
Di belgeyeke din de wiha tê gotin: “Cihûyên Kurdistanê dibêjin ku ew ser bi 10 hozên winda ên Sumeriyan e û daxwaz dikin ku bi balefire bo Îsraîlê werin şandin.’‘
Di belgeyeke din de ku roja 15’ê Cotmeha sala 1950’î di New York Times de hatiye belav kirin, wiha tê gotin: “Ji 6 heta 8 hezar Cihû hê li Kurdistanê hene, û di nav gundên dûr de dijîn ku têde zext li ser wan kêm e û tu nakokiyek di navbera wan û xelkê Kurd de nîne, ev nîşana wê yekê ye ku Cihû di nav deverên çiyayî yên Kurdistanê de jiyane, orf û edetên Kurdan wergirtine.”
EHMED SEFAEDÎN/BASNEWS