Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Bi şehadeta xwe, bi serwextbûna heqîqeta Îslamî û helwesta xwe ya jiyanî ji bawermendan re, ji yên ku têne çewisandin re û ji mezlûmên ku heqê wan ji dest wan hatiye standin û derkiriyan re bûye ronahî.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, Şêx Seîd û hevalên wî li Erzîromê xwe bi rêxistin kirine, Çewlik û derdora wê ji xwe re kirine paytexta tevgerê û Elezîz ji destê Kemalîzmê azad kirine.

Di daxuyaniyê de cih ji van gotinên dawî yên Şêx Seîd re hate dayin: “Ez hatim dawiya jiyana xwe ya li vê dinyayê. Ez qet ne poşman im ku di ber miletê xwe re şehîd ketim. Bes bila neviyên me li hemberî dijmin me fihêtkar dernexînin. Guh nede gotinên şîrîn ên dijmin, di nav hingiv de dibe ku jehr hebe.”


‘Li hemberî zilmê têkoşîn’

CÎK’ê di daxuyaniya xwe de rê da gotinên şexsên ku hatine îdamkirin û herî dawî got, “29’ê Hezîranê dîsa heman roj e ku ji bo rêzdar Abdullah Ocalan jî biryara darvekirinê hatibû dayin. Ji bo vê dewletê talokeya  herî mezin ew e ku Kurd heqên xwe yên millî bi dest bixin û xêza rast a Îslamê bi pêş bixînin. Astengkirina vê dewleta qure û zordest û vê zilma ku ewqasî bi hovîtî berdewam dike, şertên pêkanîna aştî, azadî û biratiyê ew e ku millet ji xefletê were hişyarkirin û mirov hay ji îxanetê ya li hemberî bav û kalan û zarokan hatî kirin hebe. Girêdayîbûna bi bîranîna Şêx û hemû şehîdan ne cihgirtina li cem dewletê ye, berevajî, ew e ku divê mirov li cem wan şervanan be ku li dijî vê dewletê şer dikin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN