Li seranserê Başûrê Kurdistanê, ji ber ku cilûbergên Kurdî di şahî û rojên taybet de tên lixwekirin û ji ber ku çîna siyasî jî ji bo zindîmana vê çandê xwedî helwêst e, mirov dibîne hem ji cawên pîşeyî û hem jî ji yên karê destan cilûbergên Kurdî ên gelêrî bi rengên gelek herêman peyde dibin. Heta wê astê ku ji bo zarokên pişûk heta ji bo kal ûpîran, ji bo keçan, heta ji bo jinepîran, erzan heta bi buhayên pirr fahîş biha, li bazarên Başûrê Kurdistanê ev cilûberg tên firotin. Ji bazara dewrûbera keleha Hewlêrê, ev wêneyê hanê jî xurtbûna vê bazarê ûş vê çandê nîşan dide. 


 NAVENDA NÛÇEYAN