Malpera bi navê Îran News Update (INU) bi nûçeyeke xwe radigihîne ku li eyaleta bi navê Azerbaycanî Xerbî ku beşek mezin a Rojhilatê Kurdistanê bi ser wê ve ye, lixwekirina cilûbergên Kurdî li deverên li raya giştî vekirî qedexe kiriye; li gorî nûçeyê peyivîna bi Kurdî jî li deverên raya giştî vekirî hatiye qedexekirin.
INU dibêje, Meclîsa Ewlekariyê ya Oşnaviyeh li Azerbaycanî Xerbî duşema bihurî 11´ê Hezîranê bi daxuyaniyekê, hema beriya ji festîvala ji rêûresmê ya bi navê Mihrîcana Gilyasan a Kurdistanê, ev biryara qedexeyê ragihandiye.
Di dema Mihrîcana Gilyasan de xelkê Oşnaviyehê li mekanekî dicive, cilûbergên gelêrî yên Kurdan li xwe dike, li vî mekanî berhemên ji baxçeyên xwe nexasim jî ji baxçeyên xwe yên Gilyasan difiroşin û çanda xwe ya gelêrî jî bê pîroz dikin û bi rîtuelan zindî dikin. Lê îsal rejîma Îranê pêşî li wan girt ku karibin vê yekê bikin.
Piştî civîneke hevpar a Beşa Îstîxbaratê, Meclîsa Ewlekariyê û Pasdaran de li Oşnaviyeh, biryarnameyek ragihand. Bi vê biryarnameyê, Meclîsa Ewlekariyê gef li xelkê xwar da ku cil û bergên Kurdî li xwe nekin li cih û mekanên li raya giştî vekirî de, di dema civînên li raya giştî vekirî de û ev biryar ewqasî berfireh kir ku cejn, dawet û mihrîcanên xelkê jî lê zêde kirin. Li gorî biryarê ku bi qanûnan tê xurtkirin, kesên ku guh nedin qedexeyê wê bi dadgehkirin û cezakirinê re rûbirû bimînin.
Zêdegaviya qedexekirina Kurdî
Ji vê û wêde, malper dide zanîn ku rayedarên îstîxbaratê û pasdarên rejîmê ji walîtiya Oşnaviyeh xwestine ku pêşiyê li xelkê deverê bigirin ku li deverên li raya giştî vekirî bi Kurdî nepeyivin.
Armanca van qedexeyan jî ew e ku xelkê Kurd bitepisînin ji bo ku çanda wî bindest bikin û ruhê berxwedanê yê heyî di nava civakê de jî vemirînin. Malper a ku xwe disipêre çavkaniyê herêmî dide zanîn ku xelkê deverê bi xwe bawer e ku ew ê vê qedexeyê bê mane bike û li dijî vê qedexeya hovane li ber xwe bide.
Tirsa ji berxwedanê
Rejîma heyî li Îranê heta radeya ku cilûberg û zimanê xelkê qedexe bike, xwe di tehlûkeyê de dibîne. Ji ber wê yekê jî bi rêbazên hovane, hewl didin çand, huner, nasname û her tişat ku pê dikarin berxwedanê bi pêş bixin, li xelkê qedexe dike. Partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê jî wiha bawer dikin ku rejîm di rewşeke demokratîk de wê nikaribe hebûna xwe bi rengê xwe dewam bike.
Ev siyaseta tepisandinê ya dijwar ya ku di vê mînakê de berê xwe da çanda Kurd û zimanê Kurdî, li gorî ehlê meseleyê elaqedarî nerazîbûna giştî ya gelên Îranê ji rejîmê ye. Kanûna par ji bajarê Meşedê xwepêşandanan li dijî rejîmê dest pê kiribû. Û heta niha jî nerazîbûna heyî xwe dide hiskirin. Di gotara giştî ya li Îranê de jî doza bêhtir azadiyan û nermkirina rejîmê xwe derdixe pêş û bi awayekî nakokane li cem rejîmê rê li ber refleksên li dijî berxwedanê vedike. Ev qedexeya li Azerbazcanî Xerbî jî xwedana der a vê tirsa ji berxwedanê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN