BÊRÎTAN CANOZER/DUYGU CÎNÎVÎZ/ŞÛJIN/AMED


Jinên li Sûra Amedê dibêjin: “Dixwazin rastiyê bi me bidin jibîrkirin. Dixwazin em ji rastiya xwe sil bibin. Dewlet ji bo berjiwendiyên xwe mafê Kurdan binpê dike” û didin zanîn ku heta dawiyê ew ê malên xwe biparêzin.

Li Sûra Amedê ku dewlet hîna jî wê dirûxîne, rayedarên dewletê tehdîdên xwe yê li dijî gel dewam dikin. Dewleta ku bi birrîna av û elektrîkê hewl dide gel ji ya xwe bîne xwar, peyayên xwe dişîne da ku welatiyan bitirsîne. Welatiyên ku destûra rûxandina malên xwe nadin, diyar dikin ku tevî her tiştî, ew ê li ber xwe bidin û malên xwe bi cih nehêlin.


Dewlet tenê ji bo zilmê heye

Jina bi navê Mevlude Ak ya li taxa Alîpaşa ya Sûrê, diyar dike ku li Sûrê xaniyek û dikaneke wan a piçûk heye û dibêje, “Niha bi kîjan mafî me ji xaniyê me derdixin. Bi salan li rewşa gelê Kurd nepirsîn. Ev 40 sal in ti mafên me nedan me. Ev 40 sal in, li vir dijîm. Rojekê rayedarekî dewletê nehat, negot hûn çi dikin çi dixwin. Niha tê me ji xaniyê me derdixe.”

Mevludeyê îfade dike ku Sûr ji kal û bavên wan ji wan re mîrate maye û dibêje: “Li her derê keda me heye. Em ked û mîrateya xwe nahêlin û naçin. Ez wê dîroka mezin nadim hilweşandin.”


‘Dikana kurê mi bê destûr xera kirin’

Jina bi navê Fatma Bîçer ya li taxa Lalebey jî dide zanîn ku avahiya 5 qat ya ku dikana kurê wê jî lê bûye, bêyî agahiyê bidin kesekî, hilweşandine û wiha dipeyive: “Ne destûr xwestin, ne îmze. Me dît ku dikan jî hilweşandine. Kurê min ne li vir e. Zarokên wî jî li gel min in. Wê niha çi bikin? Biçin ku derê? Avahiya qirase hilweşandin. Wê demê wê xaniyê me jî bi serê me de hilweşînin. Bi van re ne wicdan û ne jî edalet heye. Em naxwazin ji Sûrê derkevin. Bila dest nedin me û Sûrê.”