Hevseroka Kurdish Lobby Australia (Lobiya Kurd li Awusturalyayê) Dr. Gina Lennox ji ber êrişên dewleta Tirk ên bi top û balefiran li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî rûreş kir û got, 20’ê Gulanê jî dewleta Tirk bi topan êrişên berfireh birin ser QSD’ê li parêzgeha Hesekê ya Sûrî. Ji bo çi Fermandariya Navendî ya Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yan jî Rûsya pêşiyê li êrişên dewleta Tirk nagirin. Bi vê yekê ew balê dikişîne ser rola garantor a Emerika û Rûsyayê ji bo agirbestên di navbera dewleta Tirk û QSD’ê de.

Wê wekî din bi bîr xist ku Tirkiye hin deverên Bakurê Sûriyê dagir kirine hem bi artêşa xwe û hem jî bi îdare, qanûn, dibistan û saziyên xwe yên din. Li gorî wê ji ber vê jî divê welatiyên Sûrî yên ku dibin mexdûrê êrişên hêzên wê yên eskerî û çeteyên wê, karibin dozê li dewleta Tirk vekin. Dr. Gina Lennox edîtora kitêba bi navê Fire Snow and Honey: Voices from Kurdistan (Agir, Berf û Hingiv: Dengên ji Kurdistanê) ye û ji mêj di nava komên dostên Kurdan de cihê xwe digire.

   

 MELBOURNE