Recep Tayyip Erdogan mecbûrî lihvekirina bi Israîl û Rûsyayê bû. Wî hemû gef û "zirtên" xwe alastin û şandeyek bi dû ya din re şand Tel Aviv û Moskovê. Lêborîn xwest û xwe avêt bextê Rûs û Cihûyan. Derket holê ku Sultanê Osmaniyan Pilingekî ji kaxezê ye! Levhatina bi Rûsya û Israîlê re di heman demê de çêbû. Di çend rojan de Erdogan lêborîn li dû lêborînê weşand. Lê çima gelo Erdogan hemû hesabên xwe serobino kirin û xwe avêt ber lingê Pûtin û Netanyahû? Çima li sozên xwe yên mîna “Tirkiye dewletek mezin e û ne hewceyî kesekî ye” yan jî “ Yê nêzî sînorên me bibe, ew ê bête têkbirin” xwedî derneket?

Bi ya min 2 sedem li pişt van helwestên nû yên Erdogan û AKPê hene ku bandor li wan kir û hişt ku ew siyaseta xwe ya heremî biguherin û ji ya xwe werin xwar e.

Sedema yekem: Têkçûna DAIŞ´ê li Sûriyeyê û Iraqê. Di vê dema dawî de rêxistina DAIŞ´ê derbên mezin xwarin. Li Iraqê hêzên eskerî yên dewletê û komên Heşid El Şaebî dikarîbûn DAIŞ´ê ji gelek hereman biqewirînin û herî dawî bajarê Felûca jî rizgar kirin. Li Sûriyeyê û Rojava hêzên QSD´ê li dijî DAIŞ´ê bi xurtî bi pêş ve diçin. Rizgarkirina bajarê Minbicê bûye meseleya demê. Jixwe, li heremên din jî QSD dikarîbû vê rêxistinê biqewirîne û derbên giran lê bide. Niha DAIŞ di prosesa têkbûnê re derbas dibe. Bi gotineke din, ew karta ku AKP´ê û Erdogan weke koz bi kar dianî, êdî dişewite. Projeya Erdogan a bi navê DAIŞ´ê mahf dibe. Jixwe, ew komên din yên mîna El Nûsra û Ehrar El Şam, di encama êrişên dijwar yên rejîma Esed de belafirên şer ên Rûsya, Hizbulah a Lubnanê û çekdarên Îranê de, têk diçin û AKP û Erdogan nikarin bi riya wan Esed hilweşînin û desthilatdariya Şamê bigirin dest xwe, wek ku çawa wan hêvî û pîlan dikir. Jixwe, niha Heleb rastî êrişa artêşa Esed û hevalbendên wî tê û beşekî wê yê mezin ji destê komên çete derdikeve û dîsa dikeve bin rêveberiya Esed.

Duyem: Qewmînên li Rojava. Îlankirina federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye û berzbûna QSD´ê wek hêzeke eskerî ya li ser asta Sûriyeyê û heremê, û hevkara sereke ya koalîsyona navnetewî li dijî terorê. AKP û Erdogan li xwe mukir hatin ku wan nikarîbû pişta Rojava û QSD´ê bidin erdê, îca ew mecbûrî guhertina siyaseta xwe ya heyî ne. Ew ê ji bo hêzên heremî û navnetewî tawîzan bidin da ku tecrûbeya Rojava û hêza QSD´ê têk bibin. Yek ji armancên lihevhatina bi Israîl û Rûsyayê re jî ev e. AKP û Erdogan dixwazin tawîzan bidin her kesî, ji bo ku karibin rihet û bi awayekî xurt bimeşin ser Kurdan li Rojava û Bakur. Ji niha û pê ve AKP û Erdogan wê alîkariya Îran û Rûsyayê li dijî Rojava bixwazin. Dibe ku Erdogan komên çete û muxalefeta nijadperest ya Şamê bifiroşe û serê wan diyarî Esed bike, tenê da ku alîkariya wî ya li dijî Rojava misoger bike. Dewleta Tirk û Erdogan ji bo jiholêrakirina Kurdan û têkbirina vîna berxwedan û azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê her tişt dane ber çavên xwe.

Di vê navberê de AKP´ê komikên Kurd ên xwefiroş û alîgerên çeteyan li Rojava birêxistin dike. Ji bo wan hin forumên nû li Ruhayê peyde kirin. Bi alîkariya PDK´ê hêzeke eskerî bi navê "Pêşmergeyên Rojava" ji wan re avakiriye. Ev hêz kesên xiyanetkar û tarî ne ku ji aliyên MÎT a Tirk ve hatine pêşinyazkirin, ew bi xwe serkêşî û perwedahiya wê dike. Piştî lihevkirina Enqere û Moskovê, yekser şandeyeke ENKS´ê (alîgerên çeteyan li Rojava) berê xwe dan paytexta Rûsya. ENKS dê di gera xwe de wek her car hemû talîmatên MÎT a AKPê bi cih bîne û li dijî PYD, YPG û Rojava bêbextî û derewan belav bike. Ew ê hewil bide ku vê tecrubeyê reş bike. Nêzîk Minbic rizgar dibe. Dor dê were El Bab, Cerablus û Ezazê. QSD bi gewde dibe û xurt dibe. Ew ji aliyên civaka navneteweyî ve jî tê qebûlkirin. Şandeyên federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye li welatan di warên diplomasî û siyasî de di nava liv û tevgerê de ne. Projeya Rojava bi serketî bi pêş ve diçe. Vîna berxwedanê li Bakur û Şengalê jî berz e. Pîlana xedar û tesfiyeker ya AKP´ê û Erdogan dê negihîje armanca xwe. Sedam Husên jî piştî komkujiyan hewl da tawîzan bide, lê ew dawî hate daliqandin. Her kes dizane ku dawiya diktatoriyê û wî kesê ku komkujiyan dike, çi ye û çawa ye...