Bi şev û roj bombeyan dibarîne
Ferec Rêkanî dibêje, balafirên şer yên Tirk bi şev û roj devera Nêrwe û Rêkanê bomberdûman dike û dibêje, “Gelek baregehên nû li ser rêya Rêkan û Nêrwe çêkirine û eskerên xwe jî tê de bi cih kirine.”
Ferec Rêkanî dibêje, dewleta Tirk beriya bi çend rojan, pira Şacayan hilweşandibû û vê pirê jî 16 gund bi yek ve girê didan.
Em weke YNK´ê zahf aciz in
Rêkanî tevî ku partiya wî hevbeşê Hikûmetê ye jî nerazîbûn nîşanî Hikûmetê dide û dibêje, “Em weke YNK´ê ji vê zahf aciz in. Lê, hikûmet li hember van bomberdûmanan bêdeng e û nizanim sedema wê çi ye?”
Gel jî ji me dipirse
Ferec diyar kir ku gelê herêmê ji vê rewşê gelek ne rehet e û ji wan jî dipirse çima li dijî dernakevin û got, “Gel ji me re dibêje, çima hûn dengê xwe nakin û hikûmet çima bê helwêst e.”
Berpirsê YNK’ê yê Şêladizê dibêje, Tirkiye sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û bi dewamî baregehên eskerî çêdike.
Li cihên sîvîl dide
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê wekî her car pêr jî dîsa wargehên sivîlan kirin hedef. Lê li hemberî vê hovîtiyê Hikûmeta Herêmê û ya Iraqê, bêdeng e.
Dewleta Tirk a dagirker ku di demên dawî de êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê zêde kirin, dîsa wargehên sivîlan kirin hedef. Bi taybetî di 20 rojên dawî de li herêmên Bradost, Balayan, Qendîl, Behdînan bi dehan gund û wargehên sivîlan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombebarankirin.
Dijminê mirî ûz zindiyan e
Herî dawiyê balafiran di 1’ê Nîsanê de şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko û gelek gund bombebaran kirin, ku dîmenên wan bi raya giştî re hatibûn parvekirin.
Di êrişên heman rojê de cihên sivîl ên herêma Xakurkê jî bûn hedefa balafiran. Di êrişê de pira li ser rûbarê Xakurkê jî hat rûxandin. Ev ji bo ku gundî pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cîh bînin, gelekî girîng bû û tekane rêya gelek welatiyan a ber bi bajêr ve ye.
Hêjayî gotinê ye ku li hemberî êrişan, hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cihanê bêdeng e. Çima ev bêdengî?
Ferec Rêkanî: ‘’Em weke YNK´ê ji vê zahf aciz in. Lê, hikûmet li hember van bomberdûmanan bêdeng e û nizanim sedema wê çi ye? Gel jî ji me re dibêje, çima hûn dengê xwe nakin û hikûmet çima bê helwêst e.’’
ROZE MIHEMED / ROJNEWS / DIHOK
Li gorî agahiyên ku Berpirsê YNK’ê yê li Şêladizê, Ferec Rêkanî dayî, dewleta Tirk a dagirker gelek baregehên nû li devera Rêkan û Nêrwe çêkirine. Rêkanî diyar kir ku gelê herêmê nerazîbûn nîşanî bêhelwestiya hikûmetê dide.
Her wiha, pêr jî dewleta Tirk li deverên sîvîl bombe barandin.
Dewleta Tirk gav bi gav xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike û ne hikûmet ne jî parlemena Herêma Kurdistanê li dijî vê derdikeve. Li her cihê ku dikeviyê, rê û baregehên nû çêdike û bi vî rengî hebûna xwe eskerî mayînde dike. Derheqê mijarê de Berpirsê Komîteya YNK’ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî diyar kir ku li devera Rêkan û Nêrwe ya ser bi bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, dewleta Tirk gelek baregehên nû çêdike û ji Hikûmeta Herêmê jî dipirse ka çima bêdeng e.
Bi şev û roj bombeyan dibarîne
Ferec Rêkanî dibêje, balafirên şer yên Tirk bi şev û roj devera Nêrwe û Rêkanê bomberdûman dike û dibêje, “Gelek baregehên nû li ser rêya Rêkan û Nêrwe çêkirine û eskerên xwe jî tê de bi cih kirine.”
Ferec Rêkanî dibêje, dewleta Tirk beriya bi çend rojan, pira Şacayan hilweşandibû û vê pirê jî 16 gund bi yek ve girê didan.
Em weke YNK´ê zahf aciz in
Rêkanî tevî ku partiya wî hevbeşê Hikûmetê ye jî nerazîbûn nîşanî Hikûmetê dide û dibêje, “Em weke YNK´ê ji vê zahf aciz in. Lê, hikûmet li hember van bomberdûmanan bêdeng e û nizanim sedema wê çi ye?”
Gel jî ji me dipirse
Ferec diyar kir ku gelê herêmê ji vê rewşê gelek ne rehet e û ji wan jî dipirse çima li dijî dernakevin û got, “Gel ji me re dibêje, çima hûn dengê xwe nakin û hikûmet çima bê helwêst e.”
Berpirsê YNK’ê yê Şêladizê dibêje, Tirkiye sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û bi dewamî baregehên eskerî çêdike.
Li cihên sîvîl dide
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê wekî her car pêr jî dîsa wargehên sivîlan kirin hedef. Lê li hemberî vê hovîtiyê Hikûmeta Herêmê û ya Iraqê, bêdeng e.
Dewleta Tirk a dagirker ku di demên dawî de êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê zêde kirin, dîsa wargehên sivîlan kirin hedef. Bi taybetî di 20 rojên dawî de li herêmên Bradost, Balayan, Qendîl, Behdînan bi dehan gund û wargehên sivîlan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombebarankirin.
Dijminê mirî ûz zindiyan e
Herî dawiyê balafiran di 1’ê Nîsanê de şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko û gelek gund bombebaran kirin, ku dîmenên wan bi raya giştî re hatibûn parvekirin.
Di êrişên heman rojê de cihên sivîl ên herêma Xakurkê jî bûn hedefa balafiran. Di êrişê de pira li ser rûbarê Xakurkê jî hat rûxandin. Ev ji bo ku gundî pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cîh bînin, gelekî girîng bû û tekane rêya gelek welatiyan a ber bi bajêr ve ye.
Hêjayî gotinê ye ku li hemberî êrişan, hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cihanê bêdeng e.