Li ber çavên cîhanê, li Rojhilata Navîn şereke dijwar heye û di şert û mercên xwe ya bêhempatiyê de didome ev şer. Di vê şerê de hêzên dewletê bihêz li alîkî, Kurd li alîkî ne. Hêza cerdewaniyê, hêza cinawiriyê, hêza derînsaniyê li alîkî, Kurd li alîkî ne. Êrişeke wisa ku, êrişî xaçperestan û şerê dema faşîzmê jî di nav de, heya niha li dinyayê tu mînakeke xwe nîn e li alîkî, Kurd li alîkî ne. Tanq, top, cekên giran, hêza aboriyê, hêza petrolê, hêza berjewendiya kompaniyên navnetewî a çekan ku sîyaseta dinyayê di bin destê wan de ye li alîkî, Kurd li alîkî ne. Dewletên Rojhilata Navîn yên qedîm ku heya niha piştgirî dane gelek tevgerên terorîst û ji bo sererastkirina prosesa herêmê gelek derfetên aborî rijantine û bi vî rengî berjewendiyên xwe domandine li alîkî, Kurd li alîkî ne. Pergalên qedîm û kevn, pergalên xwedî derfet, pergalên bihêz, pergalên suûdiyan û giştî lîstikên ekterên Rojhilata Navîn li alîkî, Kurd li alîkî ne. Qurnaziya sedan salî, xaşûkiya sedan salî, lîstikên îstixbaratiyê ku sedan sal e li Rojhilata Navîn bi dilkevirî kar dikin û hezaran însan kuştine li alîkî, Kurd li alîkî ne. Temam ev hêzana, ev derfetana, ev ceribandin û temam ev pergalên kevneşopger ji bo berjewendiyên xwe bi awayekî di qadekî de kom bûne û berjewendiyên wan her tim li ser têkçuyîna Kurd û Kurdistan e, lê Kurd jî di nav vê erdnigariya hurç û rûvitiyê de serê xwe rakiriye û ji bo hebûna xwe têdikoşe. Hêz û derfet ne wek hev in, qet naşibin hev jî, berawirdî jî ne mimkûn e, lê dîsa jî Kurd dê bi serkevin, di nav van şert û mercan de ne mimkûn e ku Kurd binkevin. Heke em dîrok bizanibin, emê zanibin ku Kurd bi tu awayî têknaçin. Çi ku di dîroka însanetiyê de gelek mînak hene ku, di şexsiyeta Kobanê de misogeriya serkeftina Kurd û Kurdistanê dide zanîn ji bo me... Rewşa Kûba, rewşa Vîetnamê, rewşa şerê navxweyî ya Îspanyayê, rewşa Nepal'ê jî heman rewşa Kobanê bixwe bûn.... Kurd ji bo çi dê bi serbikevin? Gelo çima?
Ji ber ku Kud, bi hêza xwe ya mafdar serîrakirine. Kurd li ser erdê xwe, li ser axa xwe, ji bo azadiya axê, ji bo serxwebûna gelê, ji bo mafên hemû netew, hemû cins, hemû bawerî, hemû ol û ji bo mafên hemû însanan şer dikin. Ev şer, şerê mafê bixwe ye. Maf, hafdarbûn, rastî, rastbûn tu carî têk naçe. Di dîrokê de hin caran miletên mafdar êş kişandine, birdoziyên xwedî maf neheqtî dîtine, lê bi çi rengî dibe bila bibe, dawî ya dawî maf di dehlîzên dîrokê de wenda nebûne. Jixwe Kurd jî di destpêka damezrandina şaristaniyên modernîzmê bigirin heya niha tenê ji bo jiyaneke aşitiyane hewl da û bisebr, bi awayekî dewrêşane li ser mafên xwe sekinî.
Kurd dê bi serbikevin. Ji ber ku Kurd, bi rêvebertiya hêzên jinan, bi hêst û giyaniya hêzên jinî ve têdikoşe. Ango Kurd, ji bo parastina mafê mirovahiyê, kesên ku ji aliyê şaristaniya modernîteyê ve heya niha bêmaf hatine hîştin, bi wan têdikoşe. Jin, bixwe şêrê vî şerê ne. Ev şerê mafgirtinê, bîzat rêvebertiya jinan ve tê meşandin. Ji ber ku tevgera Kurd, tevgereke jinî bixwe ye. Di nav van şert û mercan de jî Kurd dê bi serbikevin, ji ber ku, rewşa dinyayê hatiye asteke wisa ku, dirok wisa meşiyaye ku, bi tu awayî maftarbûna Kurd û Kurdistanê nikare were veşartin. Her dewletên dinyayê, her netew, her milet, her ol û her însan yek bi wek êdî mafên Kurdan bi çavên xwe dibînin û veşartin êdî nemimkûn e.
Ji ber ku hêzên ku niha li Rojhilata Navîn şer dimeşînin, ji wan yek tevgerek demokrat, yek tevgerek aşitiyane, yek rêxistinek mirovî û tenê yek hêzek ji bo paşerojê beranberî arzûmendiya însanetiyê re lêhatî ye, ew jî hêza Kurd e.
Kurd dê bi serbikevin, ji ber ku şerê tevgera Kurd jî bi naverokeke hunerî ve têr û tijî ye. Şerê ku di nav van mercên dijwar de tên meşandin, Kurd ev şer jî bi awayekî hunerî damezrandiye, nexşandiye û di her qada şerê de wek hunermendek, wek zanyarek, wek ramangerek têdikoşe, ji bo paşeroja însanetiyê hêvî dide li hemû dinyayê. Ki/ê ku şerê Kurdan dibihîze û dibîne, ji bo pêhatina dinyayê hêviya xwe girêdide tekoşîna Kurdan. Kurd dê bi serbikevin, ji ber ku ew şerê ku Kurd dimeşînin, ne şerê Kurd tenê ye. Şerê pergala dinya yê adîlane bixwe ye, şerê wekheviya mirovahiyê bixwe ye. Îro Kobanê ji hêzên DAİŞ'ê ve hatiye dorpêç kirin. Lê ew DAİŞ'iyan û destgirên wan tênagihîjin ku, ew şer ne bi tanqan ve digihîje serkeftinê. Serkeftin, di berxwedaniya dijî van êrişan de, ji doh ve misoger e.
Çima Kurd dê bi serkevin?