Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran ji gundên Cerablusa dagirkirî topan diavêjin û Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê jî bersivê didin.

Têkildarî mijarê, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got, piştî daxuyaniya Meclîsê ya ji bo vegera şêniyan dewleta Tirk top avêtin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên Diri El-Firat kir ku dûrî siyaseta dewleta Tirk biçin û xwe ji çetetiya wê dûr bike.

Derwîş got; “Hin hêz hene ku hewl didin bazirganiyê li ser koçberan bikin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dixwazin şer vegerînin herêmên ewle.”

Zêdetirî 220 malbatên koçber ji Idlibê di dergeha Ewn El-Dadat re hatin Rojavayê Kurdistanê.

 

ANHA/MINBIC