Gava mirov miletekî dixe ber çerxa qirrkirinê, mirov ji serî heta binî erdekî, tevî navên dar, ber, kulîlk, sewal, kêzik, û morîkan diguhere. Ji ber wê jî gava zêhniyeta li Kurdistanê dagirker navê Kuzeyli Nazugum li pirpirînkeke welatê me dike, em pê jî nahisin. Ev minminîk li temamê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê li Çiyayê Agirî heye. 1970´yî li bilindahiya 4 hezar metroyî, ev cure li Agiriyê hatibû tomarkirin. Piştî qederê bi 50 salan ji nû ve wêneyê wê li Çiyayê Agirî hat girtin. Lê bi navê zanistê Euphydryas iduna inexpectata çima ne Naza Serhedê be. .

 

NAVENDA NÛÇEYAN