Welatiya Elman a DAIŞ´î Omaima Abdi, piştî ku ji Sûriyê vegeriya, li bajarê Elmanyayê Hamburgê dijî û weke ku ti tişt neqewimî be, dike. Rojnamevana El-Anê Jenan Moussa beriya bi sê rojan bi bernameyekê deşîfre kiribû ku delîl hene ku nîşan didin Omaima endama DAIŞ´ê bûye, wêneyên wê yên bi sîleh ên li Sûrî nîşan dan û derxist holê ku niha ew vegeriyaye Hamburgê û weke wergêr kar dike.
Vê yekê rê li ber nerazîbûna Partiya Çep vekir. Ji Partiya Çep (Die Linke) parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdermir pêşniyazpirsek da senatoya eyaletê. Ji 12 pirsên wê yên sereke ku ji senatoyê dike, yên sereke ev in:
- Di destê senatoyê de li ser çalakiyên selefî yên Omaima Abdi de çi agahî hene?
- Çi têkiliyên Omaima Abdi li Ewrûpayê bi refên selefiyan re hene?
- Çima li dijî Omaima Abdi lêpirsînek nehatiye destpêkirin?
- Gelo agahiya senatoyê heye ku Omaima Abdî endama rêxistineke terorîst e û sûcên şer kirine?
- Gava Omaima Abdi vegeriya Elmanyayê, çima nehat girtin?
- Gelo lêpirsînek hat kirin li ser wê yekê, ka gelo tenduristiye zarokên Omaima Abdi bşa e yan na?
- Gelo zarokên Omaima Abdi diçin dibistanê?
Haya polîs jê heye lê tiştekî nake
Tevî ku dewleta Elman pê dizanî Omaima Abdi çûye Sûrî û vegeriyaye, ew jiyaneke normal dibihurîne. Li navê Dozgeriya Hamburgê Nana Frombach daxuynaiyek da û got, ti lêpirsîn li dijî Oamima nayê birêvebirin. Lê çawa me di nûçeya doh de gotibû, polîsê Hamburgê di ser hesabê xwe yê twîtterê re dabû zanîn ku haya wan ji meseleyê heye, lê wekî din jî ti agahî nedabû.
HAMBURG