
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku 19’ê Gulana 1992’an hate vekirin ev du sal in ji hêla PDK’ê ve hatiye girtin.
Endamên parlamentoyê ku di salvegera vekirina wê de axivîn, xwestin ku di nêzîktirîn demê de parlamento were vekirin lê endamê PDK’ê got, ‘’bêyî parlamento jî dibe’’
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku 19’ê Gulana 1992’an ava bûyî, piştî 25 salan, ev 2 sal in ji hêla PDK’ê ve hatiye girtin. PDK’’ê ji Cotmeha 2015’an ve deriyê parlamentoyê daye girtin. PDK nahêle ku serokê parlamentoyê were Hewlêrê û her wiha wezîrên ji partiyên din jî ji kabîneyê avêtine, dema ku partiyên siyasî û gel dibêje, ‘bila parlamento vebe’ jî rayedarên PDK’ê dibêjin, ‘em referandûmê bikin’’ Wekîlên parlamentoya Başûrê Kurdistanê di salvgera damezirîna parlamentoyê de ji ANF’ê re axivîn.
Divê parlamento were vekirin
Wekîlê YNK’ê Azad Sabîr diyar kir ku bêyî parlamento were vekirin ti bingeha hiqûqî ya biryaran tine û got: “Parlamentoya Başûrê Kurdistanê saziya qanûnî ya temsîla vîna gel e û ji bo gelê me jiyanî ye. PDK’ê ev saziya meşrû ya temsîla gelê Başûr giritiye. Her biryara ku em li Başûr bistînin ji bo ku meşrû bibe divê li parlamentoyê were standin. Ev ji bo referandûmê jî wiha ye, ji bo qanûndanînê jî. Bêyî ku parlamento sazkar bibe em nikarin ti referandûmekê çêbikin.’’
Biryar nekare were standin
Parlamenterê Goran Bestûn Faîq diyar kir ku girtina parlamentoyê darbeya li parlamentoyê ye û got, bêyî ku parlamento vebe biryara referandûmê nikare were standin.
Faîq got: ‘’Sal bi sal xwezî bi par. Di serî PDK partiyên siyasî yên Başûr ziyanê didine gel. Darbeyeke li tecrûbeya me ya 25 salan hate xistin. Heke em werin ser babeta referandûmê jî, beriya ku paralmento were sazkarkirin biryar li ser referandûmê nekare were dayin.’’
Ji eniya Tirkmen jî bertek
Wekîlê Eniya Tirkmen a Iraqê Aydin Marûf jî got parlamento yek ji girîngtirîn organ ê welatekî ye û got referandûm bibe jî û nebe jî divê parlamento vekirî be.
Bêyî parlamentoyê jî dibe!
PDK ku tê tawanbarkirin parlamento girtiye jî guh nade rexneyan û li ser pirsa ,’’Bêyî parlamentoyê referandum dibe?’’ jî Serokwekîlê Koma PDK’ê Umêd Xoşnav dibêje, ‘’Belê, em dikarin. Dema ku me parlamento vekiribû ti qanûneke me nebû. Mijara referandûmê di ser her tiştî re ye.’’
RÊBAZ HESEN / ANF/ HEWLÊR