HERÊM QADIR / ROJNEWS/ HELEBCE

Tevî 28 salên desthilatdariya hikûmetên Herêma Kurdistanê û 5 sal in ku Helebce bûye parêzgeh jî ev bajêr di nav pirsgirêk û kêşeyên xizmetguzariyê de dinale. Heta niha jî li Helebce saloneke sînema û şanoyê ya ji bo hunermend karibin kar û xebateke bi rehetî pêşkeşî civakê bikin nîne.

Têkildarî mijarê hunermend û rayedarên pêwendîdar axivîn.

Hunermenda şanoyê Lence Heme Emîn, diyar kir ku li hember rayedaran pir bi gilûgazinc in û got, “Ev 28 sal in em daxwaza avakirina saloneke şano û sînemayê dikin da ku em xebatên xwe têde bikin. Lê belê heta niha nehatiye çêkirin.

Niyazî soz da

Hunermenda Şanoyê Solan Ednan jî bi bîr xist ku di demên berê de gelek bînerên şanoyê hebûn, lê belê di roja îro de karê şanoyê û bînerên wan jî kêm bûne û got: “Sedema vê jî ew e, di nav 28 salan de li bajêr saloneke taybet a ji bo şano û sînemayê nikarin ava bikin.

Ji Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî Perwêz Niyazî jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Di nav çar salan de me cihê salonê diyar kir, lê belê ji ber krîza aborî me nikarî dest pê bikin. Niha jî ez mizgîniyê didim ku di demeke nêzîk de Helebce dibe xwedî saloneke bedew a ji bo tevahî kar û xebatên hunerî.”