Cotkaran bi beşdarbûneke ber bi çav a jinên kedkar ên li gundewarê Tebqayê dest bi çinîna pembû ku li herêmê weke zêrê spî tê binavkirin. Piştî ku ev çandinî di serdema dagirkeriya DAIŞ’ê de li ber tinebûnê bû, nemaze ji ber astengiyên li pêşiya cotkaran.

Gundewarê Tebqayê bi çandiniya pembû ku jê re “zêrê spî” tê gotin, navdar e, bi taybet li derdora çemê Firatê û li ber kanalên avdaniyê yên ji bendavên Ferat û Azadî tên.

Cotkarên Tebqayê jî tora yekemîn a demsala çinîna pembo cara yekemîn piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk herêm di 10’ê gulanê de ji destên çeteyan rizgar kirin, dest pê kir.

Cotkarên deverê ji defihkirina DAIŞ´ê li deverê razî ne û ji ber ku karîn çinîna salê bikin jî kêfxweş in. Ew dibêjin, di bin desthilatdariya DAIŞ´ê de hilberîna pembû gelekî kêm bûbû. Cotkar wekî din dibêjin, zevî bi pirranî li çandiniya bejî vegeriyan e hem ji ber ku elektrîk qut dibe û motorên avdanê kêm dixebitin û hem jî ji ber ku tovê hatî çandin nebaş bûye.  Hêjayî gotinê ye, donimeke ji zeviyên pembû, êdî ji 200 kîlo bêtir berhem nade, ev yek jî vedigere kalîtiya tovê çandî, nemaze zibil jî gelekî kêm hatiye bikaranîn ji ber ku buhaya wê gelekî bilind bû û toneke wê gihîşt 500 hezar lîreyên Sûriyeyê. 


 TEBQA