
Welatiyên ku tenê debara wan zeytûne, li bendê ne ku berhemên zêde bigirin û bi firotina van zeytûnan debara zivistanê bikin. Li bendê ye ku îsal hezar û 2 hezar ton zeytûn kom bikin û bifiroşin. Li gorî lêkolînê ji ber ku zeyta zeytûnê Dêrikê zêde ne, rê li pêşiya gelek nexweşiyan digirin. Lê ji ber ku zêde nayên parastin û piştgirî ji rençberên baxçeyên zeytûnan re nayê dayîn, bi qasî tê xwetin berhem zêde nabe.
Serokê Hilberîna Zeytûnên Dêrikê Erkan Dogan, diyar kir ku ji bo hilberina baştir bikin li benda alikariyê ne.
Dogan, anî ziman ku zeytûnên derîkê pir bi nav û deng e û ji aliyê gelek kesan ve tê naskirin û hezkirin. Dogan, da zanîn ku Zeytûnên Derikê piştî ku Şaredariya Dêrikê ya BDP'î dest bi mihrîcanen danasînê kir bêtir hate naskirin û xwest rayedar ji bo alîkarî û peşxistina li wan xwedî derkevin. Dogan, destnîşan kir ku li gori lêkolinan darên ku temenê wan 500 sal hene û wiha got: "Hin daren ku temenê wan mezintir hene. Ji ber ku hin dar hene piştî tên jêkirin dîsa xwe nû dikin. Em bawer dikin ku darên temene wan 2 hezar sal jî hene.
20 hezar dekar baxçe
Dogan, da zanîn ku li Mêrdînê 30 hezar û li Dêrike jî 20 hezar zeytûn hatine çandin. Dogan, da zanîn ku Zeytûnên li Dêrikê li gorî zeytûnên din bêtir bi bereket û ekla wan xweştir e. Dogan, anî ziman ku ji bo berhemên baştir bi dest bixe û di nava şert û mercên baştir de hilberîna wan bike komele û yekîne ava kirine. Dogan, diyar kir ku ji bo berhemên baştir lazim e alikarî bê kirin û bang li rayedaran kir ku alîkariyê bidin rençberan. Dogan, daxuyand ku zeytûnên herî navdar ên Xilxalî ne û hem bi rûnin û hem jî bi goşt in. Dogan, destnişan kir ku cureyên zeytûnên xilxalî hem zû digêjin û hem jî berhem û bereketa wan zêdetir e. Dogan, da zanîn ku li 10 hezar dolim baxçeyên zeytûnan salê hezar û 500-2 hezar ton zeytûn tên komkirin.
Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî jî anî ziman ku êdî Zeytûnên Dêrikê bûye çand û nasnameya Dêrikê û di heman demê de çavkaniya debar û aboriyê ye. Ozbahçecî, anî ziman ku jibo danasîn û lêxwedîderketinê her sal Mihrîcana Zeytûnan pêk tînin û dê ji niha û şûnde jî berdewam bikin.
DÎHA/MÊRDÎN