ANJA FLACH

ANF/HAMBURG

Şêwekar Ting Zhang: Di dersên Elmanî de, me ji hev dipirsî, ka her yek ji me ji ku tê. Min digot, Ez Ting, ez ji Çînê me. Yê din digotin, ez ji Sûriyê têm, lê ez Kurd im, yeke din got, ez ji Tirkiyeyê têm lê ez Kurd im.

Li ´Galerie Gemüse´ ku galeriyeke hunerî û dikaneke sebzeyên çandiniya biyolojîk e li bajarê Elmanyayê Hamburgê, ji resmên şêwekarê Çînî Ting Zhang ên li ser Kurdistanê, pêşangehk hat vekirin.

Hunermend Ting Zhang bi eslê xwe ji Dalian a li Çînê ye. Wî resamî û şêwekarî xwendiye li Çîn û Japonyayê û her wiha li Dibistana Bilind a Hunerên Bedew (HFBK) a Hamburgê. Resmên wî yên gerîlayên jin ên bi çavên mezin di cih de mirovî dikişînin nav xwe û li xwe diheyirînin. Ew aramî, biryardarî, hêz û civakîbûnê nîşan didin.

Galerî dikana ji bo civata cîranan

Ez û Ting bi rastî cîranên hev in, lê dîsa jî em beriya niha hîç rasta hev nehatine. Niha ew resmên xwe nîşan dide li Galerie Gemüse, ku li semta St. Pauli hem galeriyeke hunerî ye û hem jî dikaneke berhemên çandiniya biyolojîk ên ji herêmê ye. Ev galer-dikan mekaneke ku cîran lê hev dibînin, û bi vî rengî min û Ting jî hev dît. Dema ku ez wêneyên ji çiyayên Kurdistanê nîşanî wî didim ew gelekî hestyar dibe.

... lê ez Kurd im

Ting ê ku bi burseke hunerî berê xwe daye Elmanyayê hevnasîna xwe û Kurdan wiha vedibêje, “Di dersên Elmanî de, me ji hev dipirsî, ka her yek ji me ji ku tê. Min digot, Ez Ting, ez ji Çînê me. Yê din digotin, ez ji Sûriyê têm, lê ez Kurd im, yeke din got, ez ji Tirkiyeyê têm lê ez Kurd im. Dema ku min ji Tirkên di dersê de dipirsî wan digot, ev terorîst in. Vê arîşeyê bala min kişand, helbet pirsa nasnameyê jî. Ez jî carinan ji xwe dipirsim, ka ez kî me. Jinên ku min resmandine, bi wan re sîleh nînin, lê unîforme li wan hene. Ma ne, polîs jî unîforme li wan in. Ma kî biryarê dide ka kî terorîst e? Bi resmên xwe ez dixwazim pirsan bikim. Ji bo çi şer dikin? Ji bo çi unîforme li wan hene? Ew bêhtir ji bo şeran weke sembolekê ne. Bala min li ser nakokiyê ye.”

Li otelan nemam li malên xelkê mam

Dema ku ew behsa rêwîtiya xwe ya 15 rojan a ber bi Kurdistanê ve dike, dibêje, “Elmaniya min bi kêr nedihat. Min pirtûkên li ser Kurdan ên bi Japonî kirrîn û xwendin. Sala 2012´an ez çûm Tirkiyeyê. Ji wir ez çûm Bedlîs, Amed, Batman, Wan û Ruhayê. Otel ji min re nediviya, li her deverî ez hatim ezimandin. Ez çûm daweteke sinetê jî. Mirov ji min re gelekî qenc bûn.”

Ew rasta şervan û gerîlayan nehatiye, resmên wî bi xwe encama lêkolînên wêneyan in. Wî beriya niha ev resm li HFBK´yê jî nîşandane. Ji bo hevnasîna xwe Kurdên li Elmanyayê jî ew dibêje, “Li Berlînê jî min gelek Kurd nas kirin, weke mînak li dikanên doneran. Li malên wan wêneyên Ocalan daliqandî ne, lê li dikanên wan mirov tê dernaxe ku Kurd in.“

Kêfa min ji resmên min tê ên li ser Kurdan re

Li ser resmên xwe jî Ting wiha dipeyive, “Ji ber ku ez bi burseke hunerî hatim Elmanyayê, li vir bi tenê ez dikarim weke hunermend kar bikim. Min wextekê li midbexekê kar kir, pê kirêya xwe da, debara xwe kir. Lê meqamên Elman ev li min qedexe kirin. Mafê min bi tenê heye ku ez bi huner debara xwe bikim. Ji ber wê jî niha ez her tişta ji min tê xwestin dikim. Ez dikarim portreyê kitika te jî çêkim.

Herçî resmên min ên li ser Kurdan in, ez gelekî hez ji wan dikim. Ji bo min wê gelekî zehmet be ez xwe ji wan veqetînim, lê dîsa jî ez neçar im wan jî bifiroşim, ji ber ku ez mecbûr im debara xwe bi huner bikim.”

Resmên şêwekarê Çînî, Ting Zhang wê heta 16´ê Hezîranê li navnîşana Lange Reihe 3, li semata St. Pauli a bajarê Hamburgê daliqandî bin.